Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an 2020-11-03 15:52:48 ÎZMÎR - Di erdheja li Îzmîrê rû da de, hejmara  kesên jiyana xwe ji dest dan deret 107’an.    Li Îzmîrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Her roja diçe hejmara qûrbaniyên erdhejê zêdetir dibin. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya AFAD’ê, piştî erdheja bi hêza 6.9 pile, 528 erdhejên peyhatî yên biçûk rû dane. Di dewama daxuyaniya AFAD’ê de wiha hat gotin: “Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 107’an. Hezar û 27 kes birîndar bûn. Ji van birîndaran 883 kes taburcu bûn û hîna dermankirina 144 kesan dewam dike. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 4 avahiyan hîna jî dewam dikin.”