TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da 2020-11-03 15:20:22   ŞIRNEX- TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê da û bang li hemû jinên herêmê kir ku tevlî meşa 7'ê mijdarê bibin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi daxuyaniyekê starta xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, da. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Hebûna jinê hebûna jiyanê ye" hat vekirin. Di daxuyaniyê de jinan bang li jinên herêmê kirin ku tevlî meşa ku wê 7'ê mijdarê de li navçeyê pêk bê bibin.    JINAN BEDEWÎ BI PÊŞ XISTINE   Di daxuyaniyê de Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç axivî û diyar kir ku jinan li Rojhilata Navîn bi têkoşîna xwe xweza, başî, rastî û bedewiyê bi pêş xistine û pêşengiya mezinbûna mirovahiyê kirine. Tûnç, da zanîn ku hêzên mêtinger bi zanebûn nirxên civakî yên Rojhilata Navîn dizîne û li Rojhilata Navîn pergala mêtinger a mêr bi cih û ava kirine.   BANGA MEŞÊ    Piştî van nirxandinên xwe Tûnc, ji bo meşa ku wê di 7’ê mijdarê de li navçeyê li dar bixin bang li jinên herêmê kir ku tevlî meşa wan bibin. Piştî Tûnç Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axaftinek kir û bal kişand ser xebatên kampanyaya TJA’yê û bang li hemû jinan kir ku tevlî xebatên 25'ê Mijdarê bibin.    Daxuyanî bi dirûsmeya " Em xwe diparêzin" bi dawî bû.