HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir 2020-11-03 11:38:49   ÎZMÎR – HDP’ê li Îzmîrê ji bo erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê diyar kirin ku deriye wan ji herkesî re vekiriye.    Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê ku navenda wê navçeya Seferîhîsar bû gihîşt 102’an. Li avahiyên ku hilweşiyane jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Herî dawî piştî 91 saetan ji avahiyekê zaroka 3 salî Ayla Gezgîn hat rizgarkirin. Sekina welatiyan a li deverên komî didome. Li van deverên komî gelek pirsgirêk hene û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo mexdûrên erdhejê sefer bûne. Li qadê rihekî seferberiyê heye lê di hêla koordînasyonê de kêmasî jî hene.    DERIYÊ WAN JI HERKESÎ RE VEKIRÎ YE   Ji bo derbaskirina van kêmasiyan Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê li semta Manavkûyû ya navçeya Bayrakliyê ku gelek welatî lê dimînin, Meseya Koordînasyonê ava kir. Hevserokên HDP’a  Îzmîrê Besriye Tekgur û Abdulkadîr Baydûr derbarê kêmasiyên li herêma erdhejê de axivîn û di vê mijarê de rexneyan li polîtÎkayên desthilata AKP’ê kirin. Hevserokan diyar kir ku deriyê meseya wan ji herkesî re vekiriye û kesên ku alîjariyê bixwazin dikarin serî li meseya wan bidin.    MA Nacî Kaya – Tolga Guney