Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin 2020-11-03 09:05:26 NAVENDA NÛÇEYAN- Rêvebira Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef peymana Şengalê ku di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin nirxand û got: "Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, naskirina xweseriya wê û destkeftiyên wê heye."  Hikûmeta Iraq û Hîkûmeta Hêrêma Kurdistanê di 9'ê Cotmehê de bi piştgiriya hêzên navnetewî di navbera xwe de peymana Şengalê îmze kirin. Ev peymana ku hatî îmzekirin bi tu awayî ji hêla civaka êzidî vê nayê qebûl kirin û tê redkirin. Di 22'yê Cotmehê de heyeta ku du şandeyên ku ji jinên êzidî pêk dihatin, çûn Silêmanî û Bexdayê, bi rayedar, parlementer û saziyên herêmê re hevdîtinan pêk anîn. Rêvebira Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef, peymana Şengalê û hevdîtina jinan ya ku li Iraqê bi rayedaran re pêk hat, nirxand.    'DIXWESTIN HEBÛNA ÊZIDIYAN LI SER RÛYÊ ERDÊ TUNE BIKIN'    Rêvebira Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef, anî ziman ku ji dîrokê heta niha li dijî civaka êzidî heman polîtîka tên dubarekirin û got: "Di sala 2014'an de civaka êzidî bi zor û zehmetiyeke mezin re rû bi rû ma. Ji 2014'an heta 2010'an civaka bzidî di nava pêvçûnekb de xwe gihand asta îrade avakirin, asta berxwedanî avakirinê. Civaka bzidî bi têkoşîna xwe xweseriya xwe îlan kir. Bi vê berxwedanê nîşan dan ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Di sala 2014'an de hêzên heyî wekî hêzên PDK'ê yên ku em parastin bi rêbazê xiyanetê, bi rêbazê tirsê û bi şêwazeke cuda pişta civaka êzidî şikandin û dev ji civaka êzidî berdan. Civaka di êzidî destê DAIŞ'ê de hiştin. Helbet ev xiyaneta herî mezin bû ku li civaka êzidî hat kirin. Bi vê ve girêdayî wê demê hikûmeta Iraqê jî li vê derê hebû. Lê hikûmeta Iraqê jî ji bo civaka êzidî tiştek nekir. Komkujî li  civaka Êzidî hat ferzkirin. Dixwestin li Şengalê hebûna civaka êzidî li ser rûyê erdê tune bikin. Lê ew hêzên ku dixwestin ku civaka êzidî tune bikin, xwestekên wan encam negirtin. Bi vê peymanê dixwazin berdewamiya fermana 2014'an bînin."    'RÊXISTINBÛYINA JINÊN ÊZIDÎ  ROJ BI ROJ MEZIN DIBE'    Xelef, diyar kir ku li Şengalê jiyan bi destê jinan jinûve tê afirandin. Xelaf, anî ziman ku bi vê peymanê dixwazin aramî û rêxistinbûyina jin tune bikin û wiha dom kir: "Raste me civaka êzidî gelek şehîd dan û bedelên giran dan û me bi hezaran jin û zarok ji dest dan. Bi hezaran zarok winda kirin, bi hezaran kal, pîr hatin kuştin. Lê civaka êzidî serê xwe ji dijmin re netewand û ji êrîşan re bû bersiv. Neheqiya ku li civaka êzidî hatî kirin, êzidiyan xwe bi xwe rêxistinên xwe ava kir û tola xwe hilanîn. Tola jin, zarok û pîran hilandin. Ne tenê çavê dijmin derxistin, her hêzeke heyî û siyaseta ku li tevahiya cîhanê li dijî êzidiyan tê meşandin, civaka êzidî bersiva her siyaseteke qirêj di nava wan her 6 salan de da. Tevahiya cîhanê rewşê dişopîne. Her kesî baş dît ku civaka êzidî çi îrade ava kir. Êzidiyan di her milî de xwe perwerde kir û her milî de xwe birêxistin kir. Ji hêza leşkerî bigirin heta ku saziyan û heya rêxistinkirina jin xwe jinûve afirand. Di vê zor û zehmetiyê de herî zêde me jinan xwe birêxistin kir. Ji ber ku êşa herî bi zehmet me jinan derbas kir. Herî zêde jin hatin kuştin. Ji ber vê yekê em jin di milê leşkerî, rêxistinî û sazîavakirinê de, me xwe tê de bi cih kir. Me rêxistina jinan berfireh kir û roj bi roj rêxistina jinan berfireh dibe û roj bi roj mezin dibe."    'PÊWISTIYA ŞENGALÊ BI PARASTINA WAN NINE'    Xelef, di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku bi vê peymanê dixwazin fermaneke din pêk binin û wiha pê de çû: "Em vê peyman û tifaqa ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de pêk hatî de em wekî biryara fermaneke din şîrove dikin. Ev tifaq, bi taybetî ji hêla malbatên ku bedelên giran dayî ve nayê qebûl kirin û bi teqezî red dike. Ji ber ku bi vê tifaqê ne hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê îradeya êzidiyan, rêxistina êzidiyan û xweseriya êzidiyan nas nekir û careke din dixwazin bibin sedemê komkujiyê. Careke din nêrînên civaka êzidî esas nehatin girtin. Em civaka êzidî ne dijî vê biryarê bûn. Em tevlî perçeyekê vê biryarê bûn. Ew perçe jî ji bo ku gelê êzidî vegera ser xaka xwe û li ser xaka xwe û ji bo bicihkirinê alîkariya me bikin. Em tevlî vê bûn. Lê ji bo ku em bi mirinê re rû bi rû hiştin û em terk kirin, em qebûl nakin û parastina wan naxwazin. Em civaka êzidî ne bi vê nêrînê ne û ne jî em gel bi vê tifaqê re ne. Ji ber ku  hêzên heyî têra parastin û ewlehiya êzidiyan dikin. Hêzên YBŞ'ê û YJŞ Haşdî-Şabî Asayîşên Ezîdxanê  û arteşa Iraqê di Şengalê de heye. Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, bi naskirina xweseriya wê û qebûlkirina wê û deskeftiyên heye."   'RAYEDARÊN HIKÛMETÊ BI VÊ PEYMANÊ NERAZÎ NE'    Xelef, da zanîn ku di hevdîtînên ku bi rayedaran re jî pêk hatî de wan di sekna xwe de gav paşve neavêtiye û got: "Em jinên êzidî ji bo qedera Şengalê, îradeya Şengalê û îradeya jinan me serdana berpirsyar, rayedar û parlementerên Iraqê kir. Di van hevdîtinan de jî me tifaq red kir û me got, hûn sucdar in, çimkî hûn îradeya Şengalê nas nakin. Me ji wan re got, hûn li ser civaka êzidiyan tifaqê çêdikin û hûn êşa êzidiyan di ber çavan re derbas nakin. Di vê çarçoveyê de me hevdîtin pêk anî. Hemû jî erênî tevlî van nêrîn û gotinên me bûn û piştgirî dan me û gotin em jî bi vê tifaqê razî ninin."   'LI HEMBERÎ PEYMANÊ HELWESTA ME AŞKERE YE'    Di dawiya axaftina xwe de Xelef bi lêv kir ku ew ê hebûna hêzên Peşmergeyê li herêmê qebûl nekin û got: "Niha bi giştî rewşa Şengalê aram e. Lê şexsîyet, rûspî û her sazî û rêxistina di Şengalê de xwe berpirsyarî vê êrîşê dibîne vê tifaqê qebûl nakin û li hemberî vê helwesta wan diyar e. Ew hêzên ku civaka Êzidî firotin pêwîste neyên Şengalê û ew hêz nayên qebûlkirin. Dema piştî fermanê ji hêla Pêşmergeyên Roj ve êrîş li Xanesorê hatibû kirin. Dayikên şehîdan bixwe dibêjin em careke din hebûna peşmergeyan li vê derê qebûl nakin. Dibêjin hebûna peşmergeyan li vir bê birêxistinkirin, wê careke din xwîn bê rijandin û ferman dubare bibe. Em jinên êzidî vê qebûl nakin û sekna me ya li hemberî vê jî aşkereye û dinya alem jî vê baş dizane."    MA /Zeynep Dûrgût