Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye 2020-11-03 09:05:25 EDENE - Serokê Şaxa JFMO'yê ya Edeneyê Melîh Bakî, anî ziman ku yê erdhejê vediguherîne karesatê pêkanînên mirovan e û got: "Li bajêr 360 kesî serî li wan daye ku jêrzemînên wan tije av dibin û hîmê xaniyên wan dirizin." Bakî, bi lêv kir ku heger erdhejek çêbibe wê karesateke mezin rû bide.    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeofîzîkê (JFMO) ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Melîh Bakî, derbarê erdheja Îzmîrê û erdhejên muhtemel de axivî.    ERDHEJEKE MEZIN    Bakî anî ziman ku par raporek amade kirine û di raporê de gotine li bendê ne ku li Rojhilatê Behra Spî, Marmara û Egeyê erdhejeke mezin çêbibe. Bakî, bilêv kir ku li Rojhilatê Behra Spî, Marmara û Egeyê gelek xetên fayê yên veşarî hene û got, li vê herêmê li Girava Sîsamê erdhejek çêbûye. Bakî diyar kir ku pileya erdhejê ne 6.6 e, 6.9 bûye û got: "Hîn jî liv û tevgera erdheja Îzmîrê didome. Hîn peyhateya erdheja 6.9 nehatiye. Heya peyhate çênebe divê kes nekeve avahiyên xesardîtî. Em li benda peyhateya erdheja Îzmîrê ne. Piştî peyhateyê em ê karibin derbarê tevgerên aktîveyî yên li wir agahiyan parve bikin. Dibe ku ji nişkave erdhejeke mezin çêbibe."    'ERDHEJ NE KARESAT E'    Bakî, diyar kir ku cografyaya Anatolyayê bandorê ji erdhej û lehiyan digire û got, îqtidara siyasî, rêveberiyên herêmî û mirovên zanyar divê beriya erdhejê li ser tevdîran biaxivin û li mînakên cîhanê binêrin. Bakî got: "Erdhej ne karesat e. Ên dikin karesat pêkanînên mirovan e. Ên dikin karsetan, kesên ku bajêr bi rê ve dibin bixwe ne. Ên dikin karesat, vê yekê bi çavan nabînin. Avahiyên ku em çêdikin mirovan dikujin. Lewma divê etutên zemînî baş bên kirin. Heger hûn rabin li ser her zemînê avahiyan lêbikin û hûn hêza erdhejê ehsab nekin û avahiyê kontrol nekin, dê ev xesar û rûxandin û mirin her timt rû bidin. Di erhejên 50-60 salî de, em heman êşê dikişînin. Bes e êdî, divê beriya erdhejê tevdîr bên girtin û avahiyên saxlem bên çêkirin."    AV BILIND DIBE    Bakî, anî ziman ku piştî Projeya Ava Vexwarinê ya Çatalanê ketiye dewrê pêşî li ber ava li Pira Regulatorê ya Edeneyê hatiye girtin û bîrên ava vexwarinê hatine girtin. Bakî, diyar kir ku ji ber vê ava binerdî bilind bûye ûavahiyên jêrzemînên wan hene, yên berîya projeya Çatalanê hatine çêkirin di bin avê de mane. Bakî got: "Saziyên dewletê, otêl û jêrzemînên avahiyên din tije av bûne. Nêzî 360 kesî serî li me daye û gotine jêrzemînên wan tije av bûne. Ji ber vê hîmên avahiayn riziyane. Jixwe ve avahî bêyî erdhejê jî wê çend sal şûnde bixwe xera bibin. Avahiyên bi vî rengî pir zêde ne. A rast gel bi awayekî şaş tê serwextkirin. Ji bo valakirina ava jêrzemînan monopodê bi kar tînin. Kî ev aqil dabe, şaş daye. Gava tu monopodê avê bikişînî, qûm jî tê. Bi vî awayî binî hîm vala dibe. Ev pêkanîneke şaş e. Demildest divê şaredarî li ser vê yekê hûr bibin û bixebitin. Divê deverên nêzî avê nekevin ber îmarê. Divê li Pira Regulatorê av neyê girtin. Heger erdhejek çêbibe wê bibe cihê karesatekê."    MA / Hamdûllah Kesen