SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn 2020-11-03 09:05:23 AMED - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok, ji bo betalkirina destûra xebatkarên tenduristiyê got: "Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn."  Wezareta Tenduristiyê, ji ber ku şewba Covîd-19'ê teqil li xwe xistine, giştînameyek belav kir û di vê giştînameyê de betalkirina destûra xebatkarên tenduristiyê jî cih girt.    12 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ MIRIN   Heya niha li Amedê 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Caivakê (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde xebatkarên tenduristiyê yên jin zehmetiyê dikişînin.    FATÛRE LI TENDURISTKARAN HAT BIRÎN    Ok, ji bo betalkirina destûra xebatkarên tenduristiyê jî got: "Li derve liv û tevgereke wekî her tişt asayî be heye, AVM vekirîne. Lê fatûrywa vê pêvajoyê li xebatkarên tenduristiyê birîn. Ev nayê qebûlkirin."    NIKARIN PÊVAJOYÊ BI RÊ VE BIBIN    Ok, bilêv kir ku daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê gel û tenduristkar rûberî hev kirine û got: "Weîrê Tenduristiyê ji welatiyan re dibêje 'Heger hûn navbera sosyal esas negirin, dê tenduristkar nikaribin destûrê bi kar bînin.' Bi van gotinan, gel û tenduristkaran rûberî hev dike. Nikarin pêvajoyê bi rê ve bibin û ji ber vê radibin fatûreyê li tenduristkaran dibirin."    XEBATKARÊN JIN    Ok, destnîşan kir ku nexasim jî di pêvajoya pandemiyê de herî zêde xebatkarên tenduristiyê yên jin zehmetiyê dikişînin û got: "Em xebatkarên tenduristiyê yên jin, pir zehmtiyê dikişînin. Ji lewra zarokên me hene. Em tenê ne tenduristkar in, di heman demê de am dayik in jî û zarokên me hene ku divê em li wan binêrin. Li mala me gelekan jê kesên nexweşînên wan ên kronîk hene, hene. Û gelek ji me jî, nexweşînên wan ên kronîk hene. Lê belê yek ji evana jî esas nayê girtin."    Ok, bibîr xist hemşîre Leyla Çîçek ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, bi tena serê xwe li 3 zarokan mêze dikir û nexweşîan losemiyê pê re hebûye.    Her wiha Ok, bilêv kir ku xebatkarên tenduristiyê di warê destûra îdarî de jî bi zehmtiyan re rû bi rû dimînin.    DERFET    Ok, destnîşan kir ku hiûmet tim pîvana "navbera fizîkî" bibîr dixe, lê belê ew bixwe guh nadin vê pîvanê û got: "Pêşî divê ew bixwe li gor vê pîvanê tev bigerin. Em dibêjin paqijî, lê ji meha Sibatê heya niha fatûreyên avê 4 qat zêde bûne. Pêşî divê derfet bên peydakirin û fikarên di warê rewşa aborî de bên çareserkirin. An jê wê kes nikaribe ji derheê şewbê derkeve."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol