Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe 2020-11-03 09:05:21 WAN - Li Gola Wanê keştiya penaberan noq bûbû û 61 penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarî bûyerê de jî 9 kes hatibûn girtin. Parêzer Mahmût Kaçan, anî ziman ku hema bibêje 5 meh di ser dosyeya lêpirsînê re derbas bûne, lê belê hîn jî bi qasî serê derziyê pêşketinek çênebûye û îşaret bi "polîtîkayên bêcezatiyê" kir.  Di 27'ê Hezîranê de li Gola Wanê keştiya ku penaber lê siwar bûbûn noq bûbû û heya niha 2 jê zarok cenazeyê 61 enaberan hatiye dîtin. Heya niha 28 cenazeyên penebarean şandine welatên wan ku piranî jê j Afxanîstan, Pakîstan û Îranê bûn. Û 33 cenaze jî li Goristana Bêkesan a Wanê hatine definkirin. Heya niha derbarê bûyerê de 9 kes hatine girtin.    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê û Berpirsê Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan, rewşa lêpirsîna ku tê kirin nirxand.    BIRYARA VEŞARÎ Û BÊHIQÛQÎTΠ   Kaçan, bal kişand ser biryara veşarî ya li ser dosyeyê û got, ji ber vê hem parêzerên bersûcan û parêzerên muştekiyan hay ji agahî û belgeyên di dosyeyê de tunene. Kaçan, bilêv kir ku awayê girtina biryara veşarî bêhiqîqî ye û divê ne di aleyha mexdûran de be.    Kaçan, destnîşan kir ku ji bo biryara veşarî du îhtimal hene û got: "Yek; ev bûyer wekî bûyereke pir dorfireh tê nirxandin û dibe ku tiliya hin kesên din jî tê de hebe. Dibe ku ev kes delîlan winda bikin jî. Ya dudoyan; dibe ku ji ber agahîyên di dosyeyê de bibin cihê bertekên pir mezin biryareke wisa hatibe girtin."    ÎDIANAME NE AMADE YE    Kaçana, anî ziman ku ew vê bûyerê wekî "komkujiyekê" binav dikin û got, divê lêpirsîneke bi vî rengî zûzû bê kirin. Kaçan got: "Li gor agahiyên bi dest me ketine, derbarê esasa lêpirsînê de tu pêşketin çênebûne. Meqama lêpirsînê hîn îdianame amade nekirite û nedaye dadgehê. Ev yek jî tespîtên me piştrast dikin. Cardin rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe."    Kaçan, anî ziman ku demildest divê dest ji vê polîtîkayê bê berdan û divê Tirkiye hikmên xwe yên navbeteweyî û berpirsiyarên xwe yên di mewzûara xwe de bi awayekî zelal bi cih bîne.    MA / Dîndar Karataş