Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92 2020-11-02 21:07:03   ÎZMÎR – AFAD'ê daxuyand ku hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bûye 92 û tedawiya 147 kesan jî didome.    Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) daneyên dawî yên derbarê erdheja Îzmîrê de parve kirin. AFAD'ê daxuyan ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 92, tedawiya 147 kesan didome û niha xeatên lêgerînê li 5 avahiyan didomin.