ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan 2020-11-02 15:38:51   STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Balikesîrê Rafet Fahrî Semîzoglû bi awayekî nehiqûqî hatiye binçavkirin û daxwaza berdana wî kir.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê binçavkirina Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Balikesîrê Rafet Fahrî Semîzoglû de daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirina Semîzoglû da û diyar kir ku Semîzoglû bi awayekî nehiqûqî ji ber ku serdana girtiyan kiriye hatiye binçavkirin û daxwaza berdana wî kir.