Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive 2020-11-02 14:36:06   SEMSÛR – Dozger Kûl ku yek ji kesên girîng ê Doza JÎTEM!’ê ya Kerboranê ye nayê dîtin. Parêzerê mexdûran Erdal Kûzû, bertek nîşanî nedîna dozger û got ku hin kes naxwazin dozger biaxive.   20’emîn danişîna doza ku derbarê 3 jê zarok 8 kesên ku di navbera 29’ê cotmeha 1995 û 8’ê adara 1996’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê winda bûbûn û Çawişê Pispor Bîlal Batir ku tê angaştkirin agahî daye malbatan, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Semsûrê hat dîtin. Fermandarê demê yê qereqolê jî di nav de 18 kes bi angaşta “kuştina plankirî” di dozê de tên darizandin.    CARA YEKEMÎN TEVLÎ DANIŞÎNÊ BÛ   Parêzerên mexdûran Erdal Kûzû û Aziz Turk li danişînê amade bûn. Bersûc û parêzerên wan hinceta nîşan dan û tevlî danişînê nebûn. Mamosteya teqawît a demê Dîlek Tos ku danişîna beriya vê danişînê de biryar hatibû dayîn ku weke şahid bê guhdarkirin jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Haznî Dogan ku di heman bûyerê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan jî weke şahid cara yekemîn tevlî danişînê bû. Muzakereya ku di danişîna beriya niha de ji bo anîna bi darê zorê ya Dozgerê Kerboranê Adem Kûl ji hêzên ewlehiyê re hatibû nivîsandin jî nehat bersivandin.   ‘DAYIKA MIN BÊYÎ KU EDALET BIBÎNE MIR’    Destpêkê Haznî Dogan di danişînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku 25 sal in daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Dayika min bêyî ku edaletê bibînine jiyana xwe jim dest da. Dema ez hatim binçavkirin 11 salî bûm. Êdî bes bila edlaet cihê xwe bibîne. Min birin cem kekê min. Kekê min di Îşkenceya Filistînê de bû. Îşkence li me kirin. Ji bo ku dayika min li kekê min negere wê 35 rojan binçav kirin. 95 piştî binçavkirinê dayika min jiyana xwe ji dest da. Em dixwazim ku demek zûtir berpirsyar bên cezakirin.”   BERTEKA NEDÎTINA DOZGER   Parêzerê mexdûran Erdal Kûzû jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku hemû kesên winda bûne bi guleyek hatine kuştin û ev rêbaz rêbaza JÎTEM’ê ye. Kûzû, bertek nîşanî nedîtina dozger da û got ku hin kes naxwazin dozger biaxive.   DAXWAZA PARÊZERAN RED KIRIN    Kûzû û parêzer Azîz Turk, destnîşan kirin ku hemû delîlên şênber hene û daxwaz kirin ku dozger mütalaa bide û bersûc bên girtin. Heyeta dadgehê, bi hinceta ku dozger nû hatiye tayînkirin daxwaza parêzeran red kir û careke din biryar da ku dozger Adem Kûl bi darê zorê bînin danîşana ku dê di 29’ê adara 2021’an de bê dîtin.