Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an 2020-11-02 09:56:40 ÎZMÎR - Li gorî daneyên dawî yên AFAD'ê li Îzmirê piştî erdhejê, hêjmara qurbaniyên erdhejê gihişt 79’an.    Li Îzmirê di 30'ê Cotmehê de erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de zêdeyî 20 avahiyan hilweşiya bûn. Lêgerîna xelaskirina kesên di bin kavilên avahiyan de mane didome. Li gorî daneyên dawî yên AFAD'ê hêjmara kesên di bin avahiyên xerabe de jiyana xwe ji dest dan gihişt 79 kesan. Kesên di erdhejê de birîndar bûn jî 962 kes in. Ji kesên birîndar bûn 743 kes piştî hatin dermankirin ew şandin malên wan. 219 kesên birîndar jî hêj li nexweşxaneyan têne dermankirin. Hêj li 8 avahiyên di erdhejê de xera bûbûn lêgerîna xelaskirina mirovan didome.