Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan 2020-11-02 09:29:41 ÎZMÎR - AFAD'ê ragihand ku hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê jiyana xwe ji destan dan derket 73'yan.  Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên avahiyên di erdheja Îzmîrê de hilweşiyan dewam dikin. AFAD'ê, ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan. Di daxuyaniya AFAD'ê da de, hat diyar kirin ku ji 961 kes birîndar bûn, 722 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyan hatine derxistin û dermankirina 218'an jî dewam dike.     Hat dest nîşan kirin ku xebatên lêgerînê yên 8 avahiyan dewam dikin.