HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir 2020-11-01 14:51:03   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê, bi minasebeta salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  li avahiya xwe şahiyek pêk anî. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredarên HDP'ê yên Sîlopiyê, Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, TJA û rêveberên HDP'ê amade bûn. Rêveberên HDP'ê di şahiyê de pankarta "Bi Rihê Kobanê Wê Faşîzm Hilweşe" vekirin. Şahî bi deqîqiyek rêzgirtinê destpêkir. Pişt re Hevserokê Rêxistiba HDP'ê ya Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî û diyar kir ku kesên ku di berxwedan Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û dê berxwedan xwe mezin bikin.    'ŞOREŞA KOBANÊ ŞOREŞA JINAN E'    Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha got: "1'ê Mijdarê Roja azadbûna Kobanê li hemû gelan pîroz be. Di sedsala 21'emîn de gelê Kurd rûmet û nirxên mirovahiyê parastin. Şoreşa Kobanê bêriya her tiştî şoreşa jinan û mirovahiyê û hêzên enternasyonelîst bû. Li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê bi ser ketin. Heta îro jî ev nirxê pîroz li hemû cîhanê belav bûye. Heta ku em hebin em ê tekoşîna vî nirxî biparêzin. Çawa ku duh xelas nebû wê îro jî xelas nebe. Em ê ne tenê 1'ê Mijdarê em ê her roj bi rihê Kobanê tebikoşin."   Komê şahî bi govendê bi dawî kirin.