Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e 2020-11-01 14:21:37   MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li ser hewldanên êrîşa li dijî Kobanê îqtîdara AKP'ê hişyar kir û got: "Kobanê xeta gelê Kurd a sor e. Îqtîdar Tirkiyeyê dixe nava kaosê. Lê çareserî li Îmraliyê ye."    Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdinê, 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Komeleyê li salonek dawetê ya Navçeya Artuklu ya Mêrdînê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, endam u rêveberên DBP û HDP'ê û endamên komeleyê amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, anî ziman ku êrîşên li dijî gelê Kurd her ku diçe zêde dibin û wiha got: "Îro faşîzma AKP-MHP'ê şerê herî qirêj li ser ciwan, malbat û jinan dimeşîne. MEBYA-DER dê hem li Mêrdînê û hem jî li Kurdistanê bibe bersîva hemû kesên li dijî Kurdan dijminantiyê dike."    ‘KOBANÊ XETA ME YA SOR E'    Aydenîz, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: "DAIŞ bi têkoşîna gelê Kurd têk çû. Bi têkoşîna gelê Kurd 6 sal berê DAIŞ li Kobanê têk çû û Kobanê azad bû. Lê hewldanên dagirkirina Kobanê hêj didomin. Îktidar îro dîsa hewl dide berê êrîşan bide Kobanê. Dixwaze axa Kurdan dagir bikin. Lê bila baş zanibin Kobanê xeta gelê Kurd a sor e. Divê her kes vê nêzîkatî û hesasiyeta me zanibin."    ÇARESERÎ LI ÎMRALÎ YE'    Aydenîz, da zanîn ku îqtîdar hebûna xwe li ser tunebûn û înkaragelê Kurd berdewam dike û wiha lê zêde kir: "Îqtîdar Tirkiyeyê dixe nava kaosê. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û giran dike. Ji bo Tirkiye ji kaosê xelas bibe, divê tecrîdê bi dawî bike. Çareseriya li dijî kaosê ne Ewropa ye. Îmralî ye. Niha tu rewatiya îqtîdara AKP'ê nemaye. Bi kaosa li hundir hebûna xwe berdewam dike. Gelê Kurd baş dizane ku êdî îqtîdara AKP'ê têk çûye. Îro tevgera azadiyê di asta herî jor de ye. Ji ber vê yekê îqtîdarê êrîşên xwe zêde kirine. Divê gelê Kurd ji bo yekîtiya neteweyî di bin banekî de bibin yek. Li çar perçeyên Kurdistanê dem dema yekîtî û şikandina vê faşîzmê ye. Dem dema azadiyê ye. Heta em azad bibin û tecrîdê bişkînin divê westan û rawestan tune be. Em ê her kêliyê ji bo vê yekê têbikoşin."    Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. MEBYA-DER'ê bi hilbijartinê rêveberiya xwe ya nû hilbijart.