HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe 2020-11-01 13:46:14   STENBOL - HDK'ê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku ruhê Kobanê yê bûye kabûsa  îqtîdara AKP-MHP'ê geş dibe û wiha got: “Berxwedana Rojava ya li dijî DAIŞ'ê azadiya gelan esas digire, jiyanê ji nûve ava dike û geş dibe."    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û roja Kobanê pîroz kir. HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku DAIŞ'ê xwest ku Şoreşa Rojava ku ji bo gelên Rojhilata Navîn bû hevî hilweşîne û wiha got: "Îqtîdara AKP'ê bi çeteyên wekî DAIŞ'ê re di nava hevkariyê de ne. “AKP'ê, girseyên ku li dijî DAIŞ'a li Kobanê dixwest komkujiyan pêk bine dengê xwe bilind dikir, bi esker û polîsan pêşwazî dikir. Şaredara Dîlokê ya wê demê Fatma Şahin, ji bo OSO  komele ava kirin. Bersûcê DAIŞ'ê Bahaa Alden Najeep di îfadeya xwe ya polîs de aşkere kir ku wan bi şaredariyê re hevdîtin dikir."    HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hemû gelên bindest, ên hatin wêdekirin û bûm mêtînger bi zilm û zordariyê re rû bi rû man tev li Kobanê xwedî derketin û wiha got: "Kobanê bû çavkaniya têkoşîna hevpar. Wekî qerîna berxwedana li dijî zilma hişmendiya dijminantiya DAIŞ'ê ya li dijî jinê, bilind bû. Di dîroka bi rûmet a mirovahiyê de cihê xwe girt. Bi vê berxwedanê hemû heviyên AKP'ê têk çûn. Berxwedana Kobanê bû heviya gelên Rojhilata Navîn. Berxwedana Kobanê îro bûye kirdeya pêşeroja gelan. Bûye hêvî û baweriya jiyana nû. Dem dema yekîtiya têkoşîna demokrasiyê ye. Em 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin."