'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin' 2020-11-01 12:44:15   COLEMÊRG - Eskeran li Gundê Awyan ê Geverê di 29'ê Cotmehê de welatî Şeralî Derelî kuştin. Kurê Şeralî Sultan Ali Derelî, bertek nîşanî kuştina bavê xwe da û wiha got: “Ewil li bavê min xistin û derb kirin. Piştre bavê min bi hovîtî kuştin. Eskeran hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin."    Eskeran li Gundê Awyanê yê Gevera Colemêrgê di 29'ê Cotmehê de welatî Şerali Dereli (61), 50 metre nêzî goma wî ya sewalan kuştin. Piştî kuştina Derelî kurê Derelî Sultan Ali Derelî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Em 5-6 malbat li gund dijîn. Di 29'ê Cotmehê de bavê min wekî her carê hesb birin goma 50 metre dûrî malê. Hesp xistin gomê. Wê rojê dîsa saet li dora 18.00’ê êvarî hesp birin gomê. Eskeran li wir bi hovane li ser bavê min gule reşandin. Eskeran bavê min, hesp û canî bi hevre qetil kirin. Ev hovîtî ye."    Sultan Alî Derelî, da zanîn ku piştî bûyerê wî û diya xwe xwestin biçin cihê bûyerê û wiha lê zêde kir: "Min û diya xwe xwest biçin cihê bûyerê. Lê eskeran destûr neda me. Eskerê serbaz got 'Eskerek birîndar e' û destûr neda me. Dema min xwest biçim hêj bavê min sax bû. Dema bavê min sax bû li wî xistin. Ewil li wî xistin û piştre qetil kirin. Piştre li ser me gule reşandin. Piştre em çûn me cenazeyê bavê min nedît. Cenazeyê bavê min ji cihê bûyerê rakiribûn û 100-200 metre dûr biribûn. Bavê min li pêş çavê me qetil kirin. Em ê der barê berpirsiyaran de gilî bikin. Divê kujerê bavê min bên darizandin."    MA / Mujdat Can