Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne 2020-11-01 11:13:16   MÊRDÎN – Şaredariya AKP'î ya Artûkluyê li gel erdheja li Îzmîrê pêk hat jî, naxwaze bajarvaniya ku rê li pêş bajarekî çelexwarî vedike bibîne. Şaredarê AKP'ê yê Artûkluyê bi hinceta qeyûmê berê destûr daye bajarvaniya çelexwarî, ji bo avahiyên ku li dijî mîmarî û pivanan tên avakirin dengê xwe nake.   Li Îzmîrê di 30'ê Cotmehê de erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hat. Di erdhejê de zêdeyî 49 mirov mirin û zêdeyî 20 avahiyan hilweşiyan. Hêj, erdheja li îzmirê ku nû pêk hat di rojevê de ye û bala her kesî diçe ser venêrtina sazkirina avahî û bajarvaniyê, li Mêrdînê wekî ku pirsgirêka bajarvaniyê û mîmariyê tune avahî li dijî zagon û mimarê tên avakirin. Li Navçeya Artûklu ya Mêrdînê, Şaredariya AKP'î çavê xwe ji mîmarî bajarvaniya li dijî pîvanan tê avakirin re digire. Şaredarî li aliyekî destûrê dide avahiyên li dijî zagonan u bê rûhsat, li aliyê din çavê xwe ji qatên zêde yên li ser avahiyan tên lêkirin re digire. Li Kolana Valî Ozan a Taxa 13 Martê  çend sal berê avahiyek hat avakirin. Karsazekî Mêrdînî got "Ev deynê stuyê min e û dixwazim vî deynî bidim" û ev avahî kir otel. Avahiya ku kirin Otel, di dema înşaetê de 2 metre teras li dîwarê otelê zêde kirin. Bi avakirina terasê re peyarê hat dagirkirin. Li gel teras lê hat zêdekirin û peyarê hat dagirkirin jî Şaredariya Artuklu ku otel di sînorê wê de hatiye avakirin dengê xwe nekir û mudaxale nekir. Şaredariyê bi hinceta “Projeya tadilatê, beriya em peyvirdar bibin" hatiye destpêkirin û bêdengiya xwe ya li dijî projeyê parast.    Dîsa li aliyê din li tenişta Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar û li dora avahiya Muftutuya Bajar li ser avahiyên berê qatên nû tên zêdekirin. Ev yek her çend li dijî mimariyê û zagonan jî rayedar çavê xwe li vê yekê digirin. Li ser Rêya Mêrdîn û Amedê jî bi heman rengî avahî tên avakirni û Şaredariya Artûkluyê li gel gilî û serlêdanê welatiyan jî tu mudaxaleyan nake.    MA / Ahmet Kanbal