Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke 2020-11-01 09:03:15 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku Peymana Şengalê de, dê rê li pêş êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê veke. Bayindir gotina Mesûd Barzanî a "Heta sax bim ez nahêlim hêzên kurd di nava xwe de şer bikin" bi bîr xist û got: “Lazime ku PDK dev ji polîtîkayên şaş berde û îmzeya xwe ji peymanê vekişîne.” Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9'ê Cotmehê de Peymana Şengalê îmze kirin. Bi vê peymanê dixwazin yekîneyên parastina xwecihî ya piştî komkujiya DAIŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk anî, li Şengalê hatibûn avakirin, ji herêmê derxin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê zêde dibin. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî bertekên xwe anîn ziman. Bayindir, anî ziman ku piştî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat hilbijartin dewleta Iraqê stratejiyeke nû danî pêşiya xwe û got: “Dewleta Iraqê ya Navendî dixwaze hêzên di nav sînorên Iraqê de wekî yên Şengalê ku xwe diparêzin û bi rê ve dibin belav bike. Ev stratejiya Iraqê ye. Wexta ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kir, reva pêşmergeyên PDK’ê gelê kurd pir êşand. Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê bi sed hezaran êzîdî koçber bûn, dîl hatin girtin û di qetlîameke mezin re derbas bûn. Zarokên kurd, li dijî vê yekê parastina xwe kirin û şeş sal in civakê diparêzin. Niha Iraq gefa li vê parastinê dixwe."    ‘PEYMAN DERVEYÎ ARMANC Û DAXWAZÊN GELÊ KURD E’   Bayindir, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ev demeke dirêj e ku dixwaze pergala Şengalê perçe bike, wê derê dagir bike û got: “Pêdivî û stratejiyên dewleta Tirk, Iraqê û Hikumeta Başûr li cihekê gihiştine hev. Peymana ku di 9’ê Cotmehê de hatiye îmzekirin bê îradeya gel û hêzên Şengalê hatiye îmzekirin. Her sê hêz dixwazin li ser destkeftiyên kurdên azad umrê xwe dirêj bikin. Ji ber ku di nava gel de tu bawerî û meşrûtiyeta hikûmeta AKP'ê û MHP’ê û hikûmeta PDK’ê nemaye. Dixwazin li ser van peymanan berjewendiyên xwe yên malbatî bi rê ve bibin. Piştî ku ev peyman hat îmzekirin bi taybetî gelê Şengalê û gelek sazî û rêxistinên gelê kurd bertekine zêde nîşan dan. Em DBP jî, li dijî vê peymanê nêrazîbûneke mezin nîşan didin. Li ser berjewendiyên malbatî yên teng ên PDK’ê ev peyman hatiye îmze kirin. Li hemberê vê jî li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê em ê bertekeke gelek mezin nîşan bidin. Ev peyman li gor ruhê sedsala 21’emîn ya armanc û daxwazên gelê kurd nehatiye îmzekirin. Ev peyman binpêkirina gelê kurdê azad yê ku li Şengalê ye. Ji xeynî hêza zarokên şengaliyan ku ji bo parastina xwe avakirin, tu hêz li Şengalê tune ne. Vê yekê em jî, ew jî dizanin. Dixwazin vê pergala demokratîk ya li Şengalê perçe perçe bikin.”   ‘DAÎŞ BI TEMAMÎ NEHATIYE QEDANDIN’   Bayindir, da zanîn ku li erdnîgariya Iraqê û Suriyeyê DAÎŞ bi temamî nehatiye qedandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAÎŞ çawa derfet dibîne, dîsa êrîşê gelê kurd û hêzên demokratîk yên li Rojhilata Navîn dike. DAÎŞ ji Rojhilata Navîn bi temamî nehatiye qedandin. Ev jî çi dide nîşandan? Di demekî nêz de bi îhtîmaleke mezin DAÎŞ dê xwe bi hêz bike û dîsa êrîşî Şengalê bike. Wê gelê me yê li wir dîsa bi komkujî, dîlgirtinê re rûbirû bimîne. Dewleta Amerîqayê jî piştgirî da vê peymanê. Ev yek jî tê wê wateyê ku piştgiriya stratejiya Iraqê li hemberê kurdên ku dixwazin xwe bi rê ve bibin jî piştgiriya PDK’ê dike. Lê bele gelê kurd li hemberî vê yekê nerazîbûneke mezin nîşan dide.”   ‘PDK LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERE’   Bayindir, destnîşan kir ku Peymana Şengalê tê wateya ku dê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê veke û wiha lê zêde kir: “Hêzên ku peyman îmze kirin dixwazin Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê bele gelê kurd bi her alî ve gihiştiye asteke wisa ku xwe bi hêza xwe biparêze. Tu hêz nikarin ji gelê kurd paşvê gavê bidin avêtin. Em bang li PDK’ê dikin. Siyaseta ku li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne li gor pêdiviyên kurdan ên sedsala 21’emîn nîne. Îro daxwaza gelê kurd ew e ku bi ruhê neteweyî bibin xwedî statuyek û jiyaneke azad. Lê belê divê sazî û dezgehên gelê kurd jî bi vê hişmendiyê tevbigerin. Em dibînin ku PDK li gor van pêdiviyan tevnagere. Bi taybetî li gor berjewendiyên xwe û pêdiviyên malbatî tevdigere. Ev pratîk, polîtîka û siyaset hem li çar perçeyên Kurdistanê dilşikestinekê dixe nav gelê kurd hem jî di heman demê de pêşerojeke tarî li gelê Başûr dide jiyandin. Kî li gor daxwaz û armanca gelê kurd tevbigere em jî dê bi hêza xwe piştgirî bidin polîtîkayên wan. Pêwîste di demekî kin de PDK ji vê şaşitiyê paş ve gav biavêje û li gorî pîvanên gelê kurd tevbigere.”   ‘HIKUMETA TIRK PDK'Ê DÎL GIRTIYE’   Bayindir bilêv kir ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê dixwaze di pêşerojê de, di nav kurdan de şerekî germ derxîne û wiha domand: “Em têkiliyên PDK’ê û hikûmeta AKP’ê û MHP’ê dizanin. hikûmeta tirk PDK'ê dîl girtiye. Ji ber wê yekê dixwaze li ser erdnîgariya Kurdistanê di nav hêzên kurdan de şerekî bide derxistin. PDK jî bi destê Tirkiyeyê li Başûr tansiyonê zêde dike. Sazî, rêxistin û gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî van pratîkên PDK'ê ne, lê PDK li gor berjewendiyên xwe û hikûmeta AKP-MHP’ê tevdigere. Hêviya me ew e ku hikûmeta Federal a Kurdistanê û PDK dev ji polîtîkayên ku di nav kurdan de tansiyonê zêde dikin û şikestinekê çêdikin berdin.”   ‘DIVÊ BIRÊZ MESÛD BARZANÎ BERPIRSYARTIYÊ BIGIRE SER MILÊ XWE’   Bayindir, diyar kir ku di vê pêvajoya ku tansiyona wê bilind de berpirsyartiyeke mezin dikeve li ser milê Mesûd Barzanî û ev tişt got: “Demên derbazbûyî de peyveke birêz Mesût Barzanî hebû, digot ‘heta ku sax bim ez nahêlim hêzên kurd di nava xwe de şer bikin’. Ev peyveke dîrokî bû. Ji ber vê yekê divê birêz Mesûd Barzanî li hember bûyerên ku li Başûr tên qewimîn bi ruhê neteweyî berpirsyartiyeke dîrokî bide li ser milê xwe. Îro hewcedarî ew e ku hêzên kurd parastina destkeftiyên xwe bike û li gor tayînkirina pêşeroja xwe tevbigere. Daxwaza me ew e ku şerê di nav sazî, rêxistin, partiyên kurdan de dernekeve.”   ‘DIVÊ REWŞENBÎRÊN KURD BERTEKEKE MEZIN NÎŞAN BIDIN’   Bayindir, bal kişand ser amadekariyên eskerî yên PDK’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK li ser gengeşiyên Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe bi rê ve bibe û pêşeroja xwe li ser van gengeşiyan ava bike. Armanca sereke ya PDK’ê ev e. Îro pêwistiya Başûrê Kurdistanê bi rêxistinek û rêveberiyeke demokratîk were avakirin heye. Polîtîkayên ku PDK bi rê ve dibe bûye mînyatura hikûmeta AKP'ê û MHP’ê. Em dixwazin partî û rêxistinên kurd li gorî pîvanên kurdîtiyê tevbigerin. Hewcehî heye ku rewşenbîr û ronakbîrên kurd ên li çar perçeyên Kurdistanê li hemberî Peymana Şengalê bertekeke gelekî xurt nîşan bidin ku peyman ji holê were rakirin. Bila her kes baş bizanibe ku ev peyman tunebûna pêşeroja gelê kurd e. Çawa Rojava ji bo gelê kurd bûye hêviyeke gelekî mezin, rêveberiya Şengalê ya pergala demokratîk jî hêvî û baweriyek e. Lazim e di demekî nêzîk de sazî û rêxistinên me li hemberî vê peymanê bertek nîşan bidin û piştgirî bidin hêzên gelê me yê Şengalê û PDK îmzeya xwe ji vê peymanê paş ve bikşîne.”   MA / Fahrettin Kiliç