Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin 2020-11-01 09:01:09   ŞIRNEX - Nivîskar Bahadîn Robar ji bo "Ferhenga Peyvên Wenda ya Botanê" 850 peyvên din jî berhev kirine. Dê ev peyv di çapa duyem a ferhengê de cih bigirin. Robar got, armanc berhevkirina bi hezaran peyvan e.    Nivîskar Bahadîn  Robar di sala 2013'an de "Ferhenga Botan"ê çap kiribû. Piştî xebat û lêkolînên dûr û dirêj dê çapa duyem a ferhengê jî bê çapkirin. Heya niha ji bo çapa duyem 850 peyvên din jî hatine berhevkirin. Nivîskar Robar ku heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin, da zanîn ku çapa yekem ji 183 rûpelan û 2 hezar û 330 peyvan pêk tê û got, hewl dide ku çapa duyem serê salê çap bike.    PIŞTÎ HATIYE GIRTIN XEBATA WÎ RAWESTIYAYE    Robar, diyar kir ku herêma Şirnexê di warê peyvan de cihekî dewlemend e û got:" Li Botanê di nava kar û xebata pîşeyên ku dema wan derbas bûyî û dema xwe veguhestin teknolojiyê gelek peyv, amûr û alavên ku ji pewirê ketibûn hebûn. Ev jî neketibûn lîteratûra ferhengên kurdî. Me kîjan mamik, çîrok û  dengbêj guhdar kir, me dît ku gelek peyvên biwate hene. Civakê demekê ev peyv bi kar anîne, lê niha nayên bikaranîn. Lewra di sala 2010'an de min dest bi vê xebatê kir û di 2013'an de min ferhenga peyvên wenda ya Botanê çap kir. Dema me ew pirtûk çap kir, bi rastî jî pir ne bi dilê me bû. Çimkî me lêkolîna xwe temam nekiribû. Ez ketim girtîgehê û ji ber wê nêçar mam. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim min dubare xwest ku xebata xwe bidomînim. Lê wê çaxê jî em heta astekî hatin û vê carê jî pêvajoya qedexeya derketina kolanan dest pê kir. Xebata me ya bi salan di malan de hat şewitandin."    'ME NAVÊ  20 CÛREYÊN TIRÎ BERHEV KIRIN'   Robar, anî ziman ku ew mal bi mal û gund bi gund li peyvên wenda digerin û got:" Piştî şewitandina xebatên me ez piçekî demorîlîze bûn. Lê pişt re min biryar da ku xebata xwe ji bo çapa duyem berdewam bikim. Gelek peyvên ku em bi kar tînin îro li ber winda bûnê ne. Lewra niha ez ji bo van peyvanan di nava lêkolînan de me. Li  herêma Botanê nêzî 20 cûreyên tirî hene û wan yek bi yek navên wan berhev kirin û me xistin ferhengê. Li Botanê demekî cilên herî biqîmet şal û şepik bûn. Îro çanda şal û şepikê nemaye. Êdî hûnandin û çêkirina wan pir kêm e. Di berê de li Sîlopiyayê kargeheke şalûşepikçêkirinê hebû. Em çûn me bi osta û xebatkarên wê re yek bi yek navên alavên wê nivîsandin. Her wiha di karên wekî benî, basik de alavên ku tên bikaranîn de. Em gelek peyvên ku êdî ji lîteratûra kurdî ketine û nayên bikaranîn kom dikin. Dibe ku peyveke lêker be. Em li wê jî dinêrîn û pênaseya wê peyvê dikin. Heger alavek be, em dibêjin alav ji vê madê çêdibe."    'EM XWE BI ÇANDA XWE BIPARÊZÎN'   Robar, di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku xwe bi zimanê xwe biparêzin û got: "Çerxa asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê her ku diçe berfireh dibe. Dema ku xebatek bi kurdî dest pê dike jî astengiyan derdixînin û kurdî qedexe dikin. Lewra divê kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Xwedîderketina li ziman, xwedî derketina rih û çandê ye. Tişta ku mirov dike mirov, ziman û çanda  mirove. Heger mirov bi ziman û çanda xwe nejî mirov, dibe biyaniyê xwe. Ji xwebûnê derdikeve. Em jî bang li gelê xwe dikin ku xwe bi çanda xwe û zimanê xwe biparêzin."    MA - Zeynep Durgut