ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-01 09:00:24   * Nivîskar Bahadîn Robar ji bo "Ferhenga Peyvên Wenda ya Botanê" 850 peyvên din jî berhev kirine. Dê ev peyv di çapa duyem a ferhengê de cih bigirin. Robar got, armanc berhevkirina bi hezaran peyvan e.    * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir derbarê Peymana Şengalê de, diyar kir ku wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê veke û gotina Mesûd Barzanî ku gotibû "heta sax bim ez nahêlim hêzên kurd di nava xwe de şer bikin" bibîr xist. Bayindir got: “Lazime ku PDK dev ji polîtîkayên şaş û ne li gorî pêdîviyên gelê kurd berde û îmzeya xwe ji peymanê paş ve bikşîne.”   * Hunermenda NÇM'ê Rûken Yilmaz, anî ziman ku li dijî êrîşên li ser muzîka kurdî divê tekane bersiv "nedestjêberdan" be û got: "Li dijî êrîşan jî tişta divê em bikin, xwedîderketina li çand, ziman û bîra xwe ye."    * Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.    * Îdianameya derbarê rojnamevan Hakki Boltan de hat amadekirin. Di îdianameyê de du daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Boltan tevli wan bûne û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hatine hesibandin û her wiha di îdianameyê de KCD jî wekî saziyeke îllegal hatiye nîşandan.      *  Rêxistina HDP'ê dê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek navendan daxuyaniyê bide û vê rojê pîroz bikin.(12.30 - 15.00)