AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye 2020-10-31 23:42:17   NAVENDA NÛÇEYAN -  AFAD'ê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bûye 39.    Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD), daxuyand ku hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane zêde bûne. AFAD'ê li go agahiyên SARKOM'ê 39 kesî jiyana xwe ji dest daye û ji vana yek jê fetisiye û 885 welatî jî birîndar bûne û hîn jî li 9 avahiyan xebatên ji bo lêgerîn û xelaskirinê didomin.