Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da 2020-10-31 11:50:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê berê yê Kerkûkê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ku li Amerîkayê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.    Siyasetmedarê kurd û waliyê berê yê Kerkûkê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ku destpêka vê mehê qrîza dil derbas kir û li Amerîkayê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Ofîsa Dr. Necmedîn Kerîm, derbarê mirina Kerîm de daxuyaniyek da û ragihand ku wê cenazeyê Kerîm bînin başûrê Kurdistanê û li ser wesiyeta wî dê piştî ku Kerkûk bê rizgarkirin cenazeyê wî bi awayekî mayîn de derbasî Kerkûkê bikin.