Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin 2020-10-31 09:07:37 STENBOL - Rêxistinên ciwanan anîn ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, di serî de jin û ciwan û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin.  Li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê şert û mercên tecrîdê girantir bûne. Herî dawî bi hinceta "Nexşerê"ya Ocalan ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû, hevdîtina bi parêzeran re heya 6 mehan hat qedexekirin.    Rêxistinên ciwanan ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin.    TECRÎD GIRAN DIBE    Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sînan Ozturk, diyar kir ku her diçe tecrîda mutleq a li ser Ocalan girantir dibe û got, qedexeya heya 6 mehan a di 23'yê Îlonê de hat danîn jî nîşaneya vê yekê ye.    JI FIKRÊN WÎ DITIRSIN    Ozturk, bibîr xist ku ev qedexeya navborî piştî ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe aşkere kiriye hatîye dayîn û got, ev qedexe di heman demê de bersivdayîn ji bo rapora CPT'yê ye jî. Ozturk, anî ziman ku îqtidar ji fikrên Ocalan ditirse û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê ji bo ku fikrên Birêz Ocalan negihên derve tecrîdê girantir dike."      Ozturk, bal kişand ser xebatên ku dê ji bo azadiya Ocalan bikin jî û got: "Niha li Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Birêz Ocalan çalakiyên cur bi cur tên kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî em ciwanên HDP'î, ji bo vê yekê planên me jî hene. Yek jê wê rêxistinbûyîn be. Dû re em ê bi çalakiyan daxwaza ji bo azadiyê bilêv bikin. Ciwan wê ji niha pê ve bi gavine bibriyardar bimeşe. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û bi giştî jî ji bo hemû girtiyan, ji bo şert û emrcên giran ji holê bên rakirin çi ji destê me bê em ê bikin."    XEBATÊN CIWANAN   Her wiha Ozturk bal kişand ser kampanyaya "Tevbigere" ku dane destpêkirin jî û ji bo 3 mehan dane destpêkirin, lê belê piştî encama derketiye holê biryar girtine ku 6 mehên din jî dirêj bikin. Ozturk, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo şikênandina bandorên "şerê taybet" xebitîne û got: "Bi şerê taybet tecrîdd li gel tê ferzkirin. Li dijî fuhûş, tiryak û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê me lez da xebatên xwe. Di çarçoveya kampanyayê de me li gelek bajaran bi têmaya 'tecrîdê' panel çêkirin. Ev çalakî bala gel kişandin. Em dixwazin di weziyeteke ku pêvajoyê dide der de bin û îdiaya me ya di vî warî de xurt e."    ÇAVKANIYA SEREKE YA PIRSGIRÊKAN    Ozturk, anî ziman ku di şexsê Ocalan de di serî de jin û ciwan û bi giştî jî hemû civak tê tecrîdkirin û got, ji bo şikandina polîtîkaya tecrîdê dînamîke herî xurt ciwan in. Ozturk, bilêv kir ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Êdî em nikarin polîtîkaya tecrîdê qebûl bikin. Lewma divê em li kuçeyan û hemû qadên jiyanê ji bo şikênandina tecrîdê bitêkoşin."    LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ    Endamê Hêzên Şoreger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) Bekîr ÇAra jî anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan sîrayetî girtîgehan û tevahiay civakê kiriye û got: "Polîtîkaya tecrîdê bûye sedem ku kes li kuçeyan tiştekî nebêje, daxuyanî neyên dayîn, kes bêhnê nestîne, her der bê sînorkirin, zanîngeh bibin qereqolên biçûk, li lîseyan zext zêde bibin û zextên polîsan zêde bibin. Sedema taybet a îqtidarê ku naxwaze tecrîdê rake ew e ku rêyên diyalogê bigire. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Lê tişta ku îqtidar dike tevahiya civakê tecrîd dike û dixwaze hemû hêzan bitepisîne."    BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ    Açar, destnîşan kir ku divê ciwan bi awayekî topyekûn li dijî tecrîdê bitêkoşin û got: "Em çi qasî karibin zemîna têkoşîna yekbûyî xurt bikin em ê ew qasî nêzî serketinê bibin."    MA / Erdogan Alayûmat