AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne 2020-10-30 18:14:49     ÎZMÎR - AFAD'ê ragihand ku di erdheja li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 152 kes jî birîndar bûne.   Îro saet di 14.51'ê de erdhejeke bi pileya 6.6'an çêbû.   Tê gotin li Kolana Sakaryayê ya Taxa Manavkûyû ya navçeya Bayrakliyê, di bin avahiya hilweşiyaye de 60 kes hene. Di nava saetekê de 7 kes ji bin vê avahiyê hatin derxistin.   AVAHIYA PARÊZERAN JÎ HILWEŞIYA   Manvkûyûyê avahiya ku buroya parêzerên OHD'î jî di nav de gelek buroyên parêzeran lê ne jê hilweşiya. Hat dîyarkirin ku rewşa parêzer Esercan Tûrgût ê 27 salîe yê di bin enqazî de maye baş e û li benda xelaskirinê ye.   Her wiha ji ber erdhejê şebekeyên telefonan nakişînim û li navçeya Seferîhîsarê tsûnamîyeke biçûk çêbûye. Rayedaran bang kir ku kes nêzî behrê nebe.     4 KES JIYANA XWE JI DEST DAN, 152 KES JÎ BIRÎNDAR BÛNE   Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 152 kes jî birîndar bûne.