‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’ 2020-10-30 14:43:27   AMED - Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di bîranîna ji bo hemşîre Leyla Çîçek a ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da bû, hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne.   Platforma Tenduristiyê ya Amedê, li ber Beşa Tedawiya Fîzîkî ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê, ji bo hemşîre Leyla Çîçek a ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da bû bernameya bîranînê li dar xist. Endamên Platforma Tenduristiyê, malbata Çîçek û hevalên wê yên xebatê beşdarî bîranê bûn. Di bernameyê de pankarta “Em ne mirinê, dixwazin bijîn û bidin jiyîn” hat vekirin. Hevseroka SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di bîranê de axivî. Lê polîsan bi hinceta dengê ji megafonê derbikeve wê nexweşan aciz bike, destûr nedan ku Orak megafonê bi kar bîne.    FATÛREYÊ LI XEBATKARAN DIBIRIN   Orak, bal kişand ser şert û mercên xebatkarên tenduristiyê û wiha axivî: “Me caneke xwe ya din winda kir. Em yek bi yek dimirin. Yek bi yek tune dibin. Hemû fatûreyên pêvajoya pandemiyê li me dibirin. Dixwazin xebatkarên tenduristiyê tawîzê bidin. Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne. Em naxwazin bimirin. Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn.”   Piştî daxuyaniyê, ji bo hemşîre Leyla Çîçek rêz hat girtin û bernameya bîranînê bi berz kirina dirûşmeya “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” bi dawî bû.