Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin 2020-10-30 09:15:33   WAN - Li navçeya Şaxê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rojnamevanên ku nûçeyavê bûyerê çêkiribûn jî hatibûn girtin. Parêzerên her 4 rojnamevana, ji ber ku îtiraza wan a ji bo girtinê hat redkirin, wê serî li AYM'ê bidin.    Di 11'ê Îlonê de eskerên li bejahiya navçeya Şaxê operasyon dikirin welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgûr binçavkiribûn. Piştî her du welatî hatibûn îşkencekirin eskeran ew ji helîkopterê avêtibûn û piştî demekê Servet trgût jiyana xwe jid est dabû. Rojnamevanên ku bi belgeyan avaêtina her du welatiyan a ji helîkopterê aşkere kirin û nûçeya wê çêkirin hatibûn girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî di 6'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û piştî 3 rojên di bin çavan de hatibûn girtin. Parêzerên wan ji bo girtinê îtiraz kirin. lê ji ber ku îtiraza wan hat redkirin dê serî li Qanûna Dadgeha Bingehîn (AYM) bidin.    Parêzeran piştî muwekîlên wan hatin girtin, li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Wanê îtiraz kirin û gotin di dosyeyê de tu delîlên ji bo "endamtiya rêxistinê" tune ne. Lê belê dadgeriyê di 16'ê Cotmehê de îtiraza parêzeran red kir.   Ji parêzerê rojnamevanan Bariş Oflas anî ziman ku piştî vê li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Wanê îtiraz kirine, lê belê îtiraza wan hatiey redkirin û dadgeriyê rojnamevanî sûc hesibandiye. Oflas, diyar kir ku biryara dadgeriyê dijî rêgezên gerdûnî yên hiqûê ne û got: "Karên rojnamevaniyê û nûçeyên tên kirin hemû civakiyî ne. Nûçeyn ne civakiyî bin sûc in. Ev girtin û hincetên wê û îdiayên tên kirin, hincetine ku tê xwestin nûçeyan îllegalîze bikin. Ev dijî karîneya bêrtiyê ye. Dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne."    Oflas, da zanîn ku wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.