Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin 2020-10-30 08:31:34   EDENE - Li Edenê, di serdegirtina malan de, nexweşê KOAH Bedrî Altan jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.   Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya  Komarê ya Edenê bi rêve bir de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, polîsan dest danîn ser materyalên dijîtal. Piştî lêgerînê, polîsan nexweşê KOAH Bedrî Altan, xizmê wî Çetîn Altan jî di nav de 5 kes binçav kirin.   Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Ewlekariya Bajêr a Edenê.