Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir 2020-10-29 12:44:24   STENBOL – Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Stenbol de polisan li 12 bajaran 93 kesan binçav kir. Di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Grûp Yorûm û Buroya Hiqûqê ya Gel jî hene.    Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbole ve tê meşandin de derbarê 120 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi fermana dozgeriyê polisan li 12 bajaran bi ser malan de girt û heta niha di serdegirtinên polisan de 93 kes hatine binçavkirin.   Di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Grûp Yorûmê Metîn Kalelî û Yaşar Çoşkûn û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel Seda Şaraldi jî hene.    Buroya Hiqûqê ya Gel, derbare mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hatiye dayîn derbarê muwekîlên xwe de nehatine agahdarkirin û heta 24 saetan biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran hatiye dayîn.    Hat hînbûn ku derbarê dîtina 27 kesan de jî lêgerîn didomin.