Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin 2020-10-29 11:39:59   BEDLÎS - Gora Emrûllah Tabak ê berî 3 salan li çoltera Bedlîsê jiyana ji dest da bû, bi hinceta DNA’ya kêm” ji aliyê polîsan ve hat vekirin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Emrûllah Tabak ê di 21’ê Adara 2017’an de, li çoltera Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, piştî hevgirtina mînaka DNA’ya wî û malbatê, li gundê Por a girêdayî navenda bajêr hatibû definkirin. Polîsên Şaxa TEM’ê yên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Bajêr, duh çûn gund û bi hinceta “DNA’ya kêm” gora Tabak vekirin. Polîsan bi bijîşkê li gel xwe anîbûn re mînaka xwîn û diranê Tapak girtin û dûre ji gund derketin.    Xizmên Tabak, derbarê mijarê de, ev agahî parvekirin: “Polîsan pêr bi telefonê li me geriyan û gotin ewê gora Tabak vekin.” Polîsan ji bo mînaka DNA’yê, bangî ferdekê malbatê kirin ku biçe nexweşxanê mînakê bide û ji mablatê re jî gotin ku li gorî qeydên fermî Tabak hîna sax xûya dike.    Xizmên Tabak, bertek nîşanî vê rewşê dan û got: “Cenazeyê me, di encama testa DNA’yê de, dan me. Armanca wan ewe ku me bi saxî bikujin û zilmê li me bikin.”