'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e' 2020-10-29 10:02:28 MEXMÛR - Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan, peymana ku li ser gelê Şengalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat, rexne kir û got: "Tişta îro li Şengalê tê kirin li Mexmûrê jî tê kirin. Peymana li ser şengalê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e."  Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan, peymana di navbera Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser Şengalê hatiye îmzekirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    Haci Kaçan, ewil tevahiya şehîdên fermana 73'an bibîr anî û wiha got: Gelê Şengalê hêj birînên xwe nepêçane. Gelê Şengalê hêj gorên xwe yên komî venekirine. Bi hezaran keç û xortên êzidî yên di Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, hêj nehatin dîtin û çarenûsa wan nediyar e. Gelê Êzidî li hemû cîhanê belav bûye. Hêj nû nû birînên xwe dipêçe. Di vê pêvajoya ku gorên komî nû nû tên vekirin de birînên xwe dipêçin, balbat difikirin ku dê bigiêjin cenazeyên dayik, bav, xwişk, birayên xwe yan hêj di destê DAIŞ'ê de sax in. Di vê pêvajoyê de di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlerê ya ku gelê Êzidî li dijî DAIŞ'ê bi tenê hêla de peymanek hat îmzekirin. Îro bêyî ku vîna gelê Êzidî bingeh bê girtin û nerîna meclîsa xweser a Şengalê li ber çavan bê girtin, peymanek li ser gelê Êzidî tê îmzekirin. Birînek din li birinên Êzidîyan vekirin. Ev yek qet nayê qebûlkirkin. Dê hem gelê Êzidî bê xwedî bihêle, dê hem terkî fermanek mezin bike, li aliyê din bêyî vîna wan esas bigire peyman îmze dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev peyman biryara Fermanek nû ya li dijî gelê Êzidî û Şengalê ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Federe a Kurdistanê bi taybet PDK, baş bizane ku gelê Êzidî û gelê Kurd fermanên din ji bîr nekirine. Ji bo hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federe tişta herî rast, diviya bû şaşiyê xwe yê berê telafî bikin, diviya bû di esasê xwe de vîna gelê Şengalê li ber çavan girtibûna û li gorî vîna wan tev geriya bûna. Tişta îro tê kirin li dijî zagonên cîhanê û li dijî wîcdan û sincê mirovahiyê ye. Îro li Şengalê jiyan ji nûve ava bûye. Gelê Êzidî yên li cîhanê belav bûye hêj nû vedigerin cih û warên xwe. Li vir Meclîsa Xweser a Şengalê xizmetek baş dike. Li vir li ser esasê xweseriya demokratîk û rêveberiya xweser pergalek hatiye avakirin. Ev sîstem roj bi roj bi hêz dibe û bawerî dike ku carek din gelê Êzidî bi êrîşek din re rû bi rû nemînin. Ku êrîşek nû pêk bê ev pergal dê rê li pêş wê bigire."    'PEYMAN RÊ LI FERMANEK NÛ VEDIKE'    Kaçan, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ev peyman tê îmzekirin û wiha got: "Fermana di navbera Hikûmeta Iraq û Hewlerê de derî ji fermanek nû re vedike. Ji ber vê yekê gelek nerazibûn li dijî vê peymanê heye. Em jî wekî gelê Mexmûrê û meclîsa wargehê em jî li dijî vê peymanê ne. Eger komkujiya zarokên li Şengalê di hembêza dayika xwe de hatin kuştin, keç û jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û komkujî bê ji bîr kirin û ev peyman bê îmzekirin, nenaskirina vîna gelan û bi taybetî gelê Êzidî ye. Nenaskirina gelê Êzidî yê heta niha rastî 73 fermanan hatiye ye. Li cîhanek wisa bê wîcdan, peymanek wisa normal e. Em wekî gelê Mexmûrê piştgiriya xwe didin gelê Şengalê û Meclîsa Şengalê. Em bang li wan hêzên ku peyman îmze kirine dikin Ji vê şaşiya xwe vegerin. Eger çareseriyek hebe, bi Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê re û bi Hêza Parastina Şengalê re pêk bînin. Divê li ser esasê ku çawa gelê Êzidî ji êrîşan biparêze peyman bê îmzekirin."     Kaçan, anî ziman ku heman rewşa li Şengalê peş dikeve li Mexmûrê jî heye û wiha axivî: "Ji tîrmeha 2019'an heta niha zêdeyî 1 sal û 4 mehan e ambargo li ser Mexmûrê heye. Ev jî nenaskirina vîna  gelan e. Gelê Mexmûrê tu zerar nedaye gelê cîhanê. Ji roja em koçber bûne heta niha gelê Mexmûr bi hemû aliyên xwe û cîranên xwe re, di nava aramî û aştiyê de jiya ye. Ji cihê lê dijî re rêz nîşanî zagonên wî cihî daye. Ferqa gelê Mexmûrê cihekî rêxistinî û gelekî medenî ye. Li pey paradigma û fikrên Reber Apo pergalek ava kiriye. Diviya bû pergalên gelê Cîhanê ji vê yekê kêfxweş bûbûna ku gelekî penaber karibin xwe bi xwe bi rêve bibin. Îro gelê Mexmûrê xweser e. Bêyî li ser gelê cîhanê û navneteweyî bibin bargiranî, xwe bi rêve dibin. Hemû sazî û dezgehên me bi xwe hene. Tenê divê rêzê nîşanî me bidin. Em tenê vê yekê dixwazin. Em zerarê nadin der û dora xwe."    'TIŞTA LI DIJÎ ŞENGALÊ LI DIJÎ MEXMÛRÊ JÎ TÊ KIRIN'    Kaçan, da zanîn ku tişta li dijî Şengalê tê kirin îro 1 sal û 3 meh in li dijî gelê Mexmûrê jî tê kirin û wiha berdewam kir: "Ev nenaskirina vîna gelan e. Ji ber wê Mexmûr îro li ser lingan e û ji berê bêtir bi hêz e. Mexmûr bi pergala ava kiriye ji gelê xwe re dibe bersîv. Ji hemû beşên civakê re dibe bersîv. Tiştekî me yê veşarî li vir tune. Heyetên neteweyî û navneteweyî, rojnamevanên herêmê, yên Iraqê û yên biyanî ziyareta me kirine. Gel çawa dijî û daxwazên vî gelî çiye her kes dizane û aşkere ye. Nîşandayîna ku wekî gelê Mexmûrê zerarê dide hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêmê ne rast e. Ev tenê bêbextiya Tirkiyeyê ye. Hikîmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê jî di xizmeta Tirkiyeyê de kar dike. Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi daxwaza Tirkiyeyê pêk tê. Em li hemberî hikûmeta Iraq û Herêma Federe a Kurdistane heta niha nebûne bargiranî. Lê nêzîkatiya wan a bi vî rengî me xemgîn dike. Bi taybet pêvajoya 2014'an hemû gelê cîhanê bûn şahid ku gelê Mexmûrê gelê herêmê parast. Me pêşengiya parastinê kir."     'AMBARGO ŞERMA CÎHANÊ YE'    Haci Kaçan, bal kişand ser ambargoya li ser Mexmûrê jî û wiha lê zêde kier: Ambargo cihê xemgîniyê ye. Di milê perwerde, tenduristî û aboriyê de û di her hêlê de zor û zahmetî hene. Ev ji bo hêzên navneteweyî şermek mezin e. Ji bo hikûmeta herêma federe û Iraqê û hemû saziyên mafên mirovan şermek e. Divê bi lez ji vê şaşiyên xwe vegerin. Em birçî û tazî jî bimînin em tu carî ji rêgezên xwe gavan paşve navêjin. Emê tu carî koletiyê qebûl nekin. Lê em ê zagonên gerdûnî û mafan jî binpê nekin. Em penaberên siyasî ne. Em ê li gorî zagonên penaberên siyasî tev bigerin. Em dixwazin ji vê jiyana me re rêz bê girtin."     'PEYMAN LI SER DAXWAZA TIRKIYE PÊK HATIYE'    Haci Kaçan, anî ziman ku peymana li ser Şengalê tê kirin aşkere têkiliya wê bi Mexmûrê re jî heye û wiha axivî: "Îro bi belgeyan aşkere bûye ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ'ê dike. Ev pêkhatiyên ku li Efrîn, Idlib, Libya, Azerbeycan, Ermenîstanê pêk tên destê Tirkiye di navde heye. Tirkiye piştgiriyê dide wan. Tirkiye her roj serkêşiya çeteyan dike. Serokê Tirkiye Erdogan di her gotina xwe de qala Mexmûr û Şengalê dike. Wê demê em dikarin bêjin ev peyman li ser daxwaza Tirkiye pêk hatiye. DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, êrîşî Mexmûrê kir. Dîsa eynî plan dubare dibe. êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an li dijî Şengal u Mexmûrê îro dîsa bi peymana navbera Hikûmeta Herêmê û Iraqê ku bi daxwaz û banga Erdogan tê kirin heman tişt dubare dibe. Ev peymanek qirêj e. Hem li ser Mexmûrê ambargo heye. Hem li ser Şengalê lîstik tên kirin. Ambargoya Mexmûrê û peymana Şengalê bi hevve girêdayî ye."     'EV NENASKIRINI VÎNA AZAD E'    Kaçan, destnîşan kir ku vînek azad li Şengal û Mexmûrê heye û ev kiryar nenaskirina vîna azad a li Şengal û Mexmûrê ye û wiha bi dawî kir: "Ev rêznedayîna vîna gelan e. Naxwazin gel xwe bi xwe bi rêve bibin. Her tim koletiyê li ser wan ferz dikin. Naxwazin azad bijîn. Fermana 2014'an, êrîş, ambargo û ev peyman hemû bi hevve girêdayî ne. Ji ber vê Hêzên navneteweyî ku em di bin peymana wan de ne, divê li zagon û biryarên xwe xwedî derkevin. Hêzên navneteweyî li gorî peyman û rêziknameya ji bo penaberan îmze kirine tev nagerin. Ev ji bo wan şerm e. Gelê me jî êdî baweriya xwe bi edalet û demokrasiya wan nîne. Tişta li Şengal û Mexmûrê tê kirin ne edalet, wicdan û demokrasî ye. Ka ew saziyên mafên mirovan, li ku ne. Saziyên mafên penaberan diparêzin li ku ne? Em gelê Mexmûrê ji ber vê helwesta wan xemgîn in û em vê nêzîkatiya wan şermezar dikin. Îro li ser paradigmaya Rêber û xeta azadiya gelan êrîşek heye. Li ser pergala ku gelan xwe bi xwe bi rêve bibe êrîşek heye. Peymanên ku li Efrîn, Girê Sipî Serêkaniyê Şengal û Mexmûr bi hevve girêdayî ne. Ev plana qirêj li pişt berdê hatiye îmzekirin. Lê ev berxwedan û ev paradigma li gel her tiştî wê bi ser bikevin. divê dostê me baş zanibin. Em bang dikin ku rêz li vîna gelmê şengalê bê girtin û em bang dikin ku ev Ambargoya li ser mexmûrê dikin ku bê rakirin. Em bang li Hêzên navneteweyî û cîhanê, Yekîtiya Ewropa, hemû sazî û dezgehên mafên imrovan dikin, bi taybet gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin ku ji nêzîk ve vê rewşê bişopînin. Li dijî peymana Şengalê û ambargoya Mexmûrê derkevin."    MA / Mahmut Ruvanas