Gundê Nebî Hûrî hat talankirin 2020-10-29 09:18:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku gundê Nebî Hûrî yê di bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, bî makîneyên kar hat hilweşandin û berhemên dîrokî yên li gund hatin dîzîn.    Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di raporeke ku amade kiribû de ragihand ku gundê Nebî Hûrî yê Efrînê yê dîroka wî heta beriya zayînê 2 hezar û 500 salan diçe û di bin parastina UNESCO’yê de ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve bî makîneyên kar hat hilweşandin û berhemên dîrokî yên li gund hatin dîzîn.    Di raporê de hat destnîşankirin ku dema hilweşandinê de gelek berhemên dîrokî hatine texrîbkirin û pêkanînên Tirkiyeyê yên li herêmê li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku sûcên ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdarî wê ku dikin ji sedî 25’ê wan hatine belgekirin.    Di dawiya raporê de hat ragihandin ku hilweşandina dîrokî didome û banga darizandina dîrokî hat kirin.