Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin 2020-10-29 09:06:34 STENBOL – Vedat Yildiz, anî ziman ku ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê nexweşîna made, dil, tansiyon û kêmbûna xwînê li xwişka wî Rûken Yildiz peyda bûne û got, dîsa jî nayê tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.  Rûken Yildiz ku 3 sal û nîv berê hatiye girtin û mehek berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebetê lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê de ye, geleke nexweşîn lê peyda bûne. Birayê wê Vedat Yldiz, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên giran ên girtîhehê gelek nexweşîn li xwişka wî peyda bûne û got, dîsa jî nayê tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.    REWŞA WÊ XIRABTIR DIBE    Yildiz, anî ziman ku tim bi telefonê û bi rêya parêzeraan pêwendiyê bi xwişka xwe re datîne û got, lê belê îdareya girtîgehê şewbê dike hincet û bi vê re şert girantir kirine. Yildiz, diyar kir ku xwişka wî gelek caran ji bo nexweşxaneyê serlêdan kiriye lê belê tenê carekê wê birine nexweşxaneyê. Yildiz got: "Her diçe nexweşînên xwişka min girantir dibin. Li nexweşxaneyê gotiye êdî nikare di girtîgehê de bimîne, lê belê nexweşxanetê di rapora wê nivîsandiye ku dikare di girtîgehê de bimîne. Her wiha vîtaamînên dixwaze nadinê. Herî dawî ji ber ku nikaribûye di şertên avhewayî yê Wanê de bimîne, xwestiye wê sewqî Stenbolê bikin. Lê belê wê sewq nekirin. Her wiha şewb jî heye. Lê kes dengê xwe bilind nake. Ên li derve jî wekî girtiyan li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind nakin."    ÎŞKENCEYA FIZÎKÎ Û DERÛNΠ   Yildiz, anî ziman ku îdareyê ser hewadariya girtiyan jî bi têlan girtiye û got: "Ser hewadariya girtiyan jî bi têlan girtine. Her wiha pirtûkên wan jî ji wan stendine. Di qawîeke 10 kesî de 16 kes dimînin. Mafên jiyanê yên girtiyan jî tên astengkirin. Jimariya şipyakî li wan ferz dikin. Lê ji ber ku girtiyan ev qebûl nakin, bi îşkenceyek fizîkî û derûnî re rû bi rû dimînin."    Yildiz, anî ziman ku gardiyan xwarina wan davêjin nav qawîşê û ji ber ku girtî bertek nîşan didin şertên wan girantir bûne. Yildiz, bilêv kir ku xwişka wî gotiye ji ber xwîna wê kêm e destên wê dicemidin û ji ber ku dema ji bo telefonê ji qawîşê derketiye destên xwe xistine bêrîka xwe gardiyanan êrîş biriye ser wê û got: "Jê re gotine 'çima te destê xwe xistiye bêrîka xwe, careke din werê neke, xweşik bimeşe' û êrîş birine ser. Bi ser de jî zabitname nivîsandine."    BANGAWAZΠ   Yildiz, destnîşan kir ku her diçe derbarê xwişka wî de fikarên wan zêde dibin û bang kir: "Ji bo pêkanînên bi vî rengî çênebin divê gelê kurd bibe yek. Heger em nebin yek wê ev zext û zorî zêde bibin."    MA / Mehmet Aslan