Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin 2020-10-28 14:48:20   ENQERE - Tenduristîvan û xizmetkaran bertek nîşanî giştînameya Wezareta Tenduristiyê ya betalkirina destûra salane dan û gotin: "Bi qedexe û astengikiran, pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê sedemên ku rê li pêş îstîfayan vedikin bigirin."    Piştî vîrûsa corona (Kovid-19) pêş ket û şûnde ji ber tedbîr nehatin girtin, şewba vîrûsê di demsala havînê de dîsa belav bû û her ku diçe hêjmara kesên nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, ji bo Waliyê 81 bajaran giştînameyek şand û diyar kir ku dê destûrê salane û îstîfayan qebûl nakin. Biryar dan ku destûrê salane dane rawestandin. Me têkildarî giştînameyê, îstîfayan, zor û zahmetiyên ku xizmetkarên tenduristiyê 8 mehin dijîn, ji xizmetkarên tenduristiyê pirsî. Xizmetkaran anîn ziman ku şewba vîrûsê wekî nexweşiya pîşeyî nayê qebûlkirin. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabiban a Enqereyê (ATO) Muharrem Baytemur, anî ziman ku şewb wekî nexweşiya pîşeyî nayê zanîn xwest têkoşîna bi şewbê re bi li qadê bê dayîn. Baytemur, anî ziman ku ew giştînameya Wezaretê erê nakin û wiha got: "Her ku diçe kar zêde dibe, lê li hemberî vê yekê destûrên heyî ji holê radike. îstîfayan betal dike. Gelek xizmetkarên tenduristiyê yên bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin hene. Divê ev hevalên me yên ji kar hatine dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin. Nexweşxaneyên pir mezin ava kirin, lê nikarin şewbê bi rêve bibin. Divê yekîneyên Filyasyonê bên zêdekirin. Divê hêjmara testan bên zêdekirin. Tenê canekî xizmetkarên tenduristiyê heye. Bi giştînameya dawî re di nava civakê de înfial ava kir. Daxwazên xizmetkarên tenduristiyê hene. Lê hûn nabin bersîv. Bi vê giştînameyê we carek din nîşan da ku hûn nikarin bi rêve bibin. Me diyar kir ku hem di milê maddî û hem jî di milê manevî de piştgiriyê bidin xizmetkarên tenduristiyê. Mirov ji ber pirsgirêkan û şertên heyî neçar dimînin ku îstîfa bikin. Canekî xizmetkaran heye. Me ji bo canekî xelas bikin sond xwariye. Ne ji bo can bidin."     SES: MÊTÎNGERΠ   Hevserokê Şaxa SES'ê ya Enqereyê Kubilay Yildirim, bang li wezîr Koca kir û wiha got: “Nexweşxaneyên bajar ku wisa pesnê wan didin têra xizmetê nake. Ji ber tedbîr nayên girtin xizmetkarên tenduristiyê îstîfa dikin. Ev qedexeyên destûrê û astengiyên li pêş îstîfayan nabe çareserî. Divê sedemên ku rê li pêş îstîfayan vedikin ji holê rakin. Bi hatina payizê re nexweşî zêde bû. Hêjmara nexweşan zêde bû. Bi vê yekê re barê xizmetkarên giran bû. Karê wan zêde bû. Bendewariyên xizmetkarên tenduristiyê heye. Divê şewba Kovid-19 wekî nexweşiya pîşeyî bê zanîn û naskirin. Divê em bi rêxistinî li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Divê em bêtir bi rêxistin dengê xwe bilind bikin. Divê em xizmetkarên tenduristiyê ji bo daxwaza me pêk bê em bêtir dengê xwe bilind bikin."    DEV SAGLIK ÎŞ: TEDBÎR NEHATIN GIRTIN   Endamê DEV-SAGLIK-ÎŞ'ê Serokê Daîreya Perwerdehiye Serhat Semiz, anî ziman ku dema mû şewbê dest pê kir, ji xizmetkarên tenduristiyê re li çepikan xist û wiha got: "Li şûna tedbîran bigirin li çepikan xistin. Li gel tedbîr nehatin girtin jî xizmetkarên tenduristiyê ji dil û can xebitîn. Weki ku aşkere kirin, nehatin cihê kar tedbîr negirtin. Tu tedbîr li cihê kar nehatin girtin. Divê tedbîr ne betalkirina destûran û qedexeya îstîfayan be. Vê yekê em bêtir xemgîn kirin. Eger tedbir di asta jor de neyên girtin, mixabin dê gelek kesên din îstîfa bikin. Dibe ku em bi encamên hîn xerabtir re rû bi rû bimînin. Divê li şûna daxwazên sermayeyê, daxwazên gel li ber çavan bê girtin."    ÎSÎG: SOZ DAN LÊ PÊK NEANÎN   Koordînatorê Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendukistiya Karkeran (İSİG) Murat Çakir,  anî ziman ku dema şewb belav bû, bêyî tedbîrê bigirin wekî esker bişînin şer xizmetkarên tenduristiyê beyî tedbir şandin nexweşxaneyan û wiha got: "Gelek soz dan xizmetkarên tenduristiyê. Lê sozên xwe pêk neanîn.    MA / Emrullah Acar