Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin 2020-10-28 14:21:03   ÎZMÎR – Miakîl Çagirici ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Şakranê girtî ye, diyar kir ku li girtîgehê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketine û heman gardiyan bi wan re têkilî datînin.   Mikaîl Çagirici ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îmzîrê girtî ye, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Çaigiri, da zanîn ku li girtîgehê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketine û heman gardiyan bi wan re têkilî datînin.    Di berdewamê de Çagirici, destnîşan kir ku li girtîgehê rewşa ne baş e û ev tişt ragihandin: “Bi 11 gardiyanan re tê angaştkirin ku 11 girtiyên edlî jî bi koronayê ketine. Em nizanin ku girtiyên siyasî bi vîrûsê ketine ya na. Lê gardiyanên bi vîrûsê ketine dema jimartinê tên bi me re têkilî datînin. Testên  me nehatine kirin. Niha kogûşa ku lê me em 4 girt dimînin û me her çaran jî serma girtî ye û bi şewbê ketine. Pirsgirêkên me yên amûrên paqijiyê û avê hene. Li ser me zext hene. Dema gardiyan tên jimartinê mesafeya civakî naparêzin û berdev nadin ber devê xwe. Piştî bihîstina pêketina gardiyanan berdevkan dan.”