Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin 2020-10-28 12:59:24   EQNERE – Peşniyarqanûna mafê perwerdeya zikmakî ku ji hêla Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier ve pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatibû kirin, bi hinceta ku zimanê dewletê bi tirkî ye nehat qebûlkirin.    Parlamenterê HDP’ê ya Amedê Îmam Taşçier, beriya demekê peşniyarqanûna mafê perwerdeya zikmakî pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Pêşniyarqanûna Taşçier nehat qebûlkirin û neket kirariyê. Hinceta neqebûlkirina pêşniyarê bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop hat şandin û hat destnîşankirin ku ji ber zimanê dewletê bi tirkî ye pêşlniyarqanûnê nehatiye qebûlkirin