Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne! 2020-10-28 10:51:20   DERSIM – Li Malên Kûrîsîpî yên li Dersimê ku niştecihên wê bi salan e li benda çareserkirina pirsgirêka xwe ya av û rê ne, xebata qada medenê hat destpêkirin.    Mirovên ku li Malên Kûrîsîpî yên girêdayî taxa Ataturkê ya navenda Dersimê dijîn, bi salan e pirsgirêka wan a avê û rê heye. Her çiqas rayedaran sozên çareserkirina pirsgirêka avê û rê dabîn jî heta niha vê pirsgirêkê çareser nekirine. Ji ber vê yekê niştechinên Malên Kûrîsîpiyê pêwîstiya xwe ya ava xwarinê, ava sewal û zêrzewatên xwe bi bîdonan ji kaniyekê dabîn dikin. Lê ji ber ku kanî têra wan nake gelek salan zêrzewatên wan hişk dibin.    NIŞTECIH BI BERTEK IN   Di vê pêvajoya ku niştecihên Malên Kûrîsîpî li benda çareserkirina vê pirsgirêka xwe ne, Miduriyeta Giştî ya Meden û Petrolê (MAPEG), li herêmê xebatên qada medenê da destpêkirin. Ji ber ku pirsgirêka wan a av û rê nehatiye çareserkirin niştecihên Malên Kûrîsîpî li dijî xebata qada medenê bi bertek in.     BI SALAN E AV TUNEYE   Niştecih Haskar Kiliç (65), diyar kir ku bi salan e pirsgirêka av û rê dijîn û wiha got: “Hemû serlêdanên me yên ji bo vê yekê bê encam mane. Em debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin. Em erdên xwe dajon û ji sewalên xwe jî rûn, hêk, penir, şîr bi dest dixin. Em ji van tiştên diqewim xemgîn in. Em ê rê nedin ku dest li xwezaya me werdin. Agahiya me ji vê tunebû. Bi salan e li gund rê tuneye, lê ji bo medenê pê re tên. Bila dersimî bibin yek ê em rê nedin ku xwezaya me tune bikin.”   ‘BILA ÇIYA NEYÊN JEHRÎKIRIN’    Hatîce Fîlîz (70) jî mexdûriyeta wan a ji ber pirsgirêka av û rê anî ziman û ev tişt gotin: “Ji kaniyê heta mala min me bi xortomê avê kişandiye. Lê carna av tê carna jî nayê. Hewl didim bi bîdonan avê bikişînim. Sewalên me bê av dimînin. Baxçeyên me hişk dibin. Wê niha jî çiyayên me jehrî bikin. Bila çiya û sewalên me jehrî nekin.”    ‘MEDEN MIRIN E’   Şeref Çoşkûn (40) jî bi lêv kir ku li herêmê tu xizmet nehatiye kirin û wiha got: “Waliyê berê Tûncay Sonel, Karên Avê ya Dewletê û Şaredarî gotin, ‘Em ê çareser bikin’ lê yekî jî çareser nekir. Her çiqas me vê pirsgirêkê anî ziman jî nehat çareserkirin. Niha jî deriyê rantê belaya medenê derketiye holê. Diyar e ku wê demeke nêz de dest pê bikin. Meden mirin e. Em jixwe çend mal li vir mane, meden tê wateye derxistina me ya ji vir. Ji bo rawestandina vê em ê têbikoşin û rê nedin. Av û rê tuneye tenê meden heye. Em dixwazin pirsgirêkên me bên çareserkirin.”   MA / Ayşe Surme