Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn 2020-10-28 09:51:47   MERSÎN – Zanîstê Siyasetê Atîlla Guney, banga Erdogan a ji bo boyqota berhemên Fransayê weke “siyaseta hemasetê” şîrove kir û ev tişt got: “Ev malzemekirina polîtîkaya derveyî welat a ji bo siyaseta navxweyî wêdetir ne tiştekî din e.”   Di demên dawîn de ji ber aloziya li Lîbya, Rojhilatê Behra Spî û Ermenistan-Azerbeycanê, di navbera Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron de genegeşî derketin. Herî dawî jî ji ber qrîza qarîqator a piştî serjêkirina mamosteyekî fransayî di navbera Erdogan û Macron de gengeşî derket. Erdogan ji ber vê gengeşiya di navbera xwe û Macron de banga boyqotkirina berhemên Fransayê kir.    ŞERÊ BERJEWENDIYÊN ABORÎ   Zanîstê Siyasetê Atîlla Guney ku ji Zanîngeha Mersînê hatibû îxrackirin, banga Erdogan a boyqotkirinê nirxand û diyar kir ku dijberbûna Fransa û Tirkiyeyê ya li Lîbya, Rojhilatê Behra Spî û Ermenistan-Azerbeycanê her çiqas weke gengeşiyên polîtîk bên dîtin jî di esasê de sedema gengeşiyan şerê berjewendiyên aborî ye. Zanîst Guney, banga Erdogan a ji bo boyqota berhemên Fransayê weke “siyaseta hemasetê” şîrove kir û got ku tu ji ber têkiliyên aborî yên kurewî tu rastiya boyqotê tuneye.    FRANSA XWEDÎ PAREKE MEZIN E   Guney, destnîşan kir k udi nav 500 fîrmayên mezin ên Tirkiyeyê de pareke mezin a sermiyanê Fransayê heye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ev par derdora ji sedî 20-25’an e. Di serî de av di xurekên serekê, enerjî, hilberandina ceyranê, sektora înşaatê de pareke mezin a sermiyanê Fransayê heye. Dîsa di sîxortayî û banqatiyê de jî para sermiyanê Fransayê ne kêm e. Ji ber van sedeman wê banga boyqotê bersiv negire. Ew jî vê baş dizanin. Ev malzemekirina polîtîkaya derveyî welat a ji bo siyaseta navxweyî wêdetir ne tiştekî din e.”   MA / Omer Akin