TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e 2020-10-28 09:08:32 ENQERE - Serokê Duyem ê TTB'ê Alî Îhsan Otken , anî ziman ku 19 milyar û 48 milyon û 950 hezar TL'yê ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya parêzker hatiye veqetandin kêm e û got: "Mixabin ev budçe nîşan dide ku em ê nikaribin bi awayekî baş li hemberî pandemiyê bitêkoşin."  Di Teklîfa Qanûna Budçeya 2021'ê de ku berpêşî Meclîsê hatiye kirin, ji bo Wezareta Tenduristiyê budçeyeke 77 milyar û 615 milyon û 519 hezar TL hat teklîfkirin. Par ev budçe 58 milyar û 875 milyon û 829 hezar TL bû. Her wiha di nav vê budçeyê de îsal ji bo pandemiyê de jî binnavek hatiye diyarkirin. Ji bo binnavê "Tenduristiya Parêzker" 19 milyar û 48 milyar û 950 hezar TL hatiye teklîfkirin.    Serokê Duyem ê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Doç. Dr. Alî Îhsan Otken, budçeya 2021'ê ya Wezareta Tenduristiyê nirxand.    ‘DIVIYABÛ LI GOR PANDEMIYÊ BIHATA VEQETANDIN'    Otken, anî ziman ku budçeya navbirî budçeyeke kêm e û got: "Ji par de pandemî wekî mijareke girîng di rojeva me de ye. Wisa xuyaye herî kêm wê salek dinê jî dewam bike. Lewma gava budçe hat çêkirin, divê li gor pandemiyê bihata çêkirin. Lê belê bi qasî ku em lê dinêrin tiştekî bi vî rengî tune ye."    Otken, diyar kir ku di têkoşîan li dijî pandemiyê de xizmeta tenduristiyê ya parêzker pir girîng e û got: "Lê belê rêjeya budçeya ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya parêzerker hatiye veqatndin pir hindik e. Jixwe herî zêde jî îtiraza me di vî warî de ye. Xizmetên cemaweriyê û tenduristiya parêzker pir girîng in. Ancax bi vî awayî wê tenduristiya civakê baş bibe."    DIVIYABÛ HERÎ ZÊDE JI BO TENDURISTIYA PARÊZKER BIHATA VEQETANDIN    Otken anî ziman ku li gor salên berê budçeya niha tê veqetandin pir kêm e û got: "Mixabin ev budçe nîşan dide ku em ê nikaribin bi awayekî baş li hemberî pandemiyê bitêkoşin. Divê paya vê budçeyê bê zêdekirin. Em ê bi vî awayî karibin xizmeteke baş berpêş bikin."    MA / Zemo Aggoz