Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan 2020-10-28 09:03:01 ÎDIR - Qeyûmên tayinî Şaredariya Îdirê hatine kirin, Xizmetên Jin û Malbatê û mdiûriyetên Karên Civakiyî girtin û hin mal û milkên şaredariyê jî dan hin saziyan.  Qeyûmên ku Wezareta Karên Navxweyî tayinî Şaredariya Îdirê kirin, di "Civînên Meclîsa Şaredariyê" de ku meclîs ji karmandan pêk tê, gelek mal û milkên şaredariyê tahsîsî hin saziyan hatine kirin û hin midûriyet jî girtine.    QEYÛM XWE HILBIJART   Waliyê Îdirê yê berê Enver Unlu ku di 16'ê Gulanê de tayinî Şaredariay Îdirê hat kirin, di 17'ê Hezîranê de bi wekîlên midûriyetên Karên Fenê, Xizmetên Malî û Emlaq û Îstîmlaqê re "Civîna Meclîsa Şaredariyê" çêkir û di vê civînê de hin biryar girtin. Di civînê de biryara guherandina îmara hin deveran hatiye dayîn û di civînê de hilbijartina Komîsyona Îmarê, Komîsyona Plan û Budçeyê û Komîsyona Lêkolîn û Vekolanê hatiye kirin. Her 4 kesên tevli civînê bûne her yek ji wan xwe ji bo komîsyonekê pêşniyaz kiriye û hatine hilbijartin.    MIDÛRIYETA JINÊ HAT RAKIRIN    Piştî cihê peywirê yê qeyûm Unlu hat guherandin, H. Engîn Sariîbrahîm bû Waliyê Îdirê. Sariîbrahîm di meha Tîrmehê de tevî wekîlên midûriyetên Emlaq û Îstimlaq, Karên Fenê û Xizmetên Malî "Civîna Meclîsa Şaredariyê" çêkir. Di civînê de bi teklîfa Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdehiyê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hat betalkirin.    MIDÛRIYETA ÇANDÊ JÎ HAT GIRTIN    Her wiha di meha Îlonê de cardin bi serokatiya qeyûm Sariîbrahîm "Meclîsa Şaredariyê" li hev kom bû û di vê civînê de biryar hat girtin ku Midûriyeta Karên Çandî û Civakiyî jî bê girtin.    Di heman civînê de biryar hat girtin ku pirrtûkxaneya li kêleka Goristana Asrinê tahsîsî Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Îdirê bê kirin. Her wiha biryar hat girtin ku Kompleksa Sporê ya Şaredariya Îdirê jî tahsîsî Midûriyeta Ciwanan û Sporê ya Bajêr bê kirin.    PÊDIVIYÊN MIZGEFT Û QEREQOLÊ BI PEREYÊN ŞAREDARIYÊ TÊN KIRÎN    Şaredariyê di vê mehê de ji bo paqijkirina mehane ya mizgeftan pere veqetand û ji bo sererastkirina devera ku qereqola cendirmeyan a li Taxa Baharliyê jî pere hatiye veqandin.    MA / Gokhan Altay