Koçer hêdî hêdî vedigerin 2020-10-28 09:01:38 BEDLÎS - Piştî dinya sar bû koçer jî hêdî hêdî ji zozanan vedigerin. Koçeran anî ziman ku di vê rêwîtiya saloqat de bi keda xwe hemû pêdiviyên xwe peyda dikin û ji ber vê yekê dilxweş in.    Li navçeya Xîzan a Bedlîsê, koçerên ku biharê berê xwe dabûn zozanan, piştî dinya sar bû hêdî hêdî vedigerin. Koçerên ku pez xwedî dikin, piştî demekê wê berê xwe bidin deverên germ; wekî Êlih û Mêrdînê. Koçeran behsa vê rêwîtiya xwe ya saloqat kir.    Sarya Aydin a 50 salî ku ji zarokatiya xwe ve bêrîvaniyê dike, anî ziman ku ev edeteke wan e û vê edetê didomînin. Aydin, anî ziman ku mezinên wan jî ev kar kiriye û got: "Niha em jî wê didomînin. Em bi dilxweşî dikin. Nizanim wê yên pê me tên vî karî bikin yan na."    Aydin, diyar kir ku biharê rojê du caran heywanên xwe didotin, lê belê di payizê de rojê carekê didoşin. Aydin got: "Şîrê me kêm bû. heya niha me mast, penêr, nivîşk çêdikir. Niha jî tenê em amadekariyên zivistanê dikin."    'BÊRÎVANIYÊ NADIM BI TU TIŞTÎ JÎ'   Aydin, anî ziman ku li zozanan di konan de dimînin û got çend roj şûnde wê berê xwe bidin deverên germ. Aydin got: "Saloqat em dimeşin. Em hez ji vê jiyanê dikin. Ma em hez nekin em ê çi bikin. Em hej ji jiyana bajêr nakin. Em her tiştên xwe ji axê û heywanan digirin. Em xwe bi xwe hildiberînin. Ji xeynî arvan em bi pereyan tiştekî nakirin. Av û ceryana me bê pere ye. Her tiştên me xwezayî ne. Jiyana me pir romantîk e û em dilxweş in."    Nûriye Gol a 50 salî jî anî ziman ku ji 40 salî zêdetir e vî akrî dike û bal kişand ser xweşikbûna jiyana li zozanan. Gol got: "Li zozanan jiyan heye. Ez bi dilxweşî vî akrî dikim. Zehmet e, lê xweş e. Bêrîvaniyê nadim bi tu tiştî jî. Heger bêrîvaniyê nekim, sebra min nayê."    Mekîn Aydin ê 36 salî ku ji zarokatiya xwe heya niha şivantiyê dike got: "Jiyana li çiyê xweş e." Aydin anî ziman ku li bajara xwe wekî miriyan hîs dikin û got: "Bajêr bi me xerîb tên. Jiyana bajêr ne li gorî me ye."    Aydin, anî ziman ku ji ber operasyonên eskerî yên herêmê zor û zehmtiyan dikişînin û got, di dema operasyonan de mecbûrî diçin deverine din.