ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-28 09:00:30 * Piştî dinya sar bû koçer jî hêdî hêdî ji zozanan vedigerin. Koçeran anî ziman ku di vê rêwîtiya saloqat de bi keda xwe hemû pêdiviyên xwe peyda dikin û ji ber vê yekê dilxweş in.  * Qeyûmên tayinî Şaredariya Îdirê hatine kirin, Xizmetên Jin û Malbatê û mdiûriyetên Karên Civakiyî girtin û hin mal û milkên şaredariyê jî dan hin saziyan.    * Li Amedê Saît Bîngol ku 66 sal in berbertiyê dike, guh nade teknolojiyê û karê xwe bi amûrên 100-150 sal berê dike. Bîngol got: "Ez qet neguherîm."    * Yadîgar Omrak ku li navçeya Rêya Armûşê terzîtiyê dike, atolyeyeke tesktîlê ava kiriye û zêdetirî 20 jin li atolyeya wê dixebitin. Omrak, anî ziman ku bi ruhekî kolektîf ji derheqê zor û zehmtiyan derketine.    * Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû diyar kir ku jin di nav pergala malbatê de hatiye asêkirin ku ev pergal wekî "prototîpa dewletê" tê wesifandin û got: "Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike."    * Serokê Duyem ê TTB'ê Alî Îhsan Otken , anî ziman ku 19 milyar û 48 milyon û 950 hezar TL'yê ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya parêzker hatiye veqetandin kêm e û got: "Mixabin ev budçe nîşan dide ku em ê nikaribin bi awayekî baş li hemberî pandemiyê bitêkoşin."    * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera hêzên Kurdan de hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomin. Hêzên Kurd li gel ku ji bo yekîtiyê li hev kirine jî ji ber sekn û helwesta ENKS’ê hevdîtin li ser bingehek lawaz didome. ENKS bi şertên ku dide pêş, helwesta wekî li dijî yekîtiyê israr bike, nîşan dide.    * Dayikên Aştiyê destnîşan kir kirin ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevahiya civakê tê tecrîdkirin û gotin, "Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e" li dijî tecrîdê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin.    * Dayika Meral Hatîce Gunduz a PKK'î Mewlûde Gunduz ku keça wê di sala 1996’an de li Dersîmê jiyana xwe ji dest daye diyar kir ku ji 15 salan zêdetir e gora xwe û keça xwe li navçeya Gêlê li rex hev çêkiriye û xwest rayedarên dewletê hestiyên keça wê teslîmî wan bikin.    * Danişîna nûçegîhana me Necla Demîr ku bi angaşta "Biçûkxistina Serokkomar" tê darizandin li 8'êmîn Dadgeha Esliyê ya Cezayê ya  Bakirkoyê bê dîtin. (09.30)   * DÎSK ji ber "hefteya kurewî ya çalakiyan a xebatkarên tenduristiyê" li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê daxuyanî bide. (12.30)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî di meha 106'emîn a komkujiyê de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê bi daxuyaniyeke çapameniyê geşedanên di rojevê de binirxîne. (14.30)