Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin 2020-10-27 15:31:11   ENQERE – Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo birîna ceyranê û kirina bin deynê 18 milyon TL’yî ya 13 gundên li navçeya Basayê daxwaz kirin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, ji bo lêkolînkirina birîna ceyranê û kirina bin deynê 18 milyon TL’yî ya 13 gundên li navçeya Basayê, pêşnûmeya lêkolînê dan Serokatiya Meclisê û daxwaz kirin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.    Parlamenteran di pêşnûmeya xwe de bal kişandin ser şert û mercên ji ber birina ceyranê derketine holê û destnîşan kirin ku gund ji ber birîna ceyranê bê av mane û bi rojane pêwîstiya xwe ya avê bi kişandina ji navenda navçeyê dabîn dikin.