DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike 2020-10-27 14:15:09   AMED - DAKAP, derbarê bûyera Hanim Turk a ku polîsan bi ser mala wê de girt û bikuçik îşkence li ferdên mala kir de, wê gilî bike.   Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), derbarê binçavkirin û girtinên jinên siyasetmedar û nûnerên sindikayan, di dema serdegirtinên malan de îşkence bi jinan kirin de daxuyanî da çapemeniyê. Jinên ku di pêşengtiya DAKAP’ê de li Xacerêya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê kom bûn û daxuyanî dan çepemeniyê. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), jinên rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û Platform a Şaxa KESK’ê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin pêşeroja civakê ye” hat vekirin. Endama DAKAP’ê Nîhal Yanik daxuyanî da çapemeniyê.   Yanik, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji hêza jinê ditirse û wiha axivî: “Ji ber vê yekê zext û êrîşî jinan dike. AKP ev 18 salin polîtîkayên ‘birîna dengê jinê’ bi rêve dibe. Sazî û aktîvîstên dibin dengên jinên hatine qetilkirin, tacîz kirin û rastî tecawîzê hatine tên binçavkirin û girtin. Yan jî gef li wan tê xwarin û dixin hedefê. Dest û hişmendiya xwe ya gemarî êdî li ser me jinan rakin.”   'ÎŞKENCE NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Yanik bal kişand ser bûyera malbata Faris-Hanim Turk û wiha got: “Polîs di çarçoveya lêpirsena Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve dibe de, di 20’ê Cotmehê de li Taxa Peyasê bi ser mala Faris û Haim Tirk de digirin. Polîs bi kuçik îşkenceyê li Faris, hevjîna wî Hatim Tirk û zarokên wan ên7 salî û 16 salî dikin.  Ev mûameleya dij mirovahî li dijî hiqûqê ye. Ev li dijî mafê jiyanê ye. Bi tu awayî ev pêkanîna îşkenceyê nayê qebûl kirin.”   ‘EM Ê GILÎ BIKIN’   Yanik, bal kişand ser îşkenceya bikuçik a li Hanim Turk hat kirin û wiha bi dawî kir: “Em derbarê bûyera îşkenceya bi kuçik de, gilî bikin. Em dixwazin bidin diyar kirin ku heya dawiyê em ê şopdarê vê bûyerê bin.”