MLSA ziyareta piştevaniyê kir 2020-10-27 13:18:32 WAN - Hevdîrektorên MLSA'yê Bariş Altintaş û Veysel Ok, piştî nûçegîhanê MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ogur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala ji ber nûçeya welatiyên ji helîkoptêrê hatin avêtin çêkirin û hatin girtin, çûn bûroyên wan ziyaret kir û piştevaniya xwe anîn ziman.      Hevdîrektorên Komeleya Xebata Medya û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş û Parêzer Veysel Ok, piştî nûçegîhanê MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ogur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala ji ber nûçeya welatiyên ji helîkoptêrê hatin avêtin çêkirin û hatin girtin, çûn bûroyên wan ziyaret kir û piştevaniya xwe anîn ziman. Hevkordînatoran duh rojnameger li girtîgehê ziyaret kirin û îro jî buroya ajansa me ya Wanê ziyaret kir. Altintaş û Ok, anîn ziman ku rojnamegerên hatin girtin moralê wan baş e xwestin di vê pêvajoya ku rojnameger di bin zextan de ne lazim e piştevaniyê xurt bikin.