Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye 2020-10-27 09:13:00 AMED - Endamê Konseya Navendî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku 1 milyon û 500 hezar derziyên doza şewbê ku hatin îtxalkirin têr nake û wiha got: "Ji bo rê li pêş kêşeya kesên bi vîrûsa corona ketine  bê girtin divê herî kêm 10 milyon derziyên şewbê bên stendin.  Wezareta Tenduristiyê bi sedema ku di demsala payîzê de dê şewb zêde bibe û ev yek dê rê li pêş zêdebûna vîrûsa corona veke rojên borî 1 milyon û 500 hezar derziyên şewbê îthal kirin. Lê pispor diyar dikin ku wezaretê tenê 1 miyon û 500 hezar derzî li gorî kesên rewşa wan giran û temenê wan mezin îhtah kirine û ev yek pir pir kêm e. Têkildarî mijarê Endamê Konseya Navendî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku 1 milyon û 500 hezar derziyên doza şewbê ku hatin îtxalkirin têr nake. Yerlikaya, anî ziman ku ji bo rê li pêş kêşeya kesên bi vîrûsa corona ketine  bê girtin divê herî kêm 10 milyon derziyên şewbê bên stendin. Wezîr rewşê tenê bi daneyan aşkere dike. Ji destpêka şewbê heta niha em bang li wezîr û wezaretê dikin ku bi zelalî tev bigere."    'WEZARET RASTIYÊ VEDIŞÊRE'   Dr. Yerlîkaya destnîşan kir ku Wezareta Tenduristiyê rastiyê hem ji xizmetkarên tenduristiyê û hem jî ji civakê vedişêre û wiha lê zêde kir: "Hemû kesên testa PCR pozitif derket, divê tev li daneyên kesên bi şewbê ketine bikin. Lê van kesan tev li vê lîsteyê nakin. Tenê kesên li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan giran tev li hesabê lîsteyê dikin. Rewşa rastî çiye em jî nizanin.    'DIVÊ WELATÎ PAYIZÊ BALDAR BIN'    Yerlikaya, bal kişand ser demsala payizê jî û wiha berdewam kir: "Piştî hewa sar bû, dê li cihên girtî bêtir mirov nêzî hev bibin. Lê di cihê girtî bên cem hev. Çiqas mirov ji ber sermayê nêzî hev bibe dê rêjeya şewbê jî zêde bibe. Payiz demsala şewbê ye. Şewba zekemê bandorê li ser zêdebûna vîrûsa corona (Covid-19) dike. Piştî şewba zekemê û vîrûsa Covid-19 bigêjin hev dê encamên pir giran û xerab derkevin holê. Divê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê derziyên şewbê zêde bike. Hilberînê zêde bike. Di serî de xizmetkarên tenduristiyê di koma rîskê de ne. Divê hemû xizmetkarên tenduristiyê bên derzîkirin. Berê Tirkiye bi xwe derziyên xwe çêdikir. Hilberîn dikir. Lê êdî Tirkiye derziyan ji derve distîne. Derziyê niha ji derve kirîne têr nake. Divê herî kêm 10 milyon derziyên doza şewbê bistinin."    Yerlîkaya, herî dawî anî ziman di hefteyê dawî de li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine disa zêde dibe û got: "Ji ber dê şewb û vîrûs bigêjin hev em bi fikar in."    MA / Fethi Balaman