33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin 2020-10-27 09:12:56 ŞIRNEX- 8 cenazeyên ku 33 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin, li gel ku malbatan ji bo DNA’yê xwîn daye jî, nayên teslîmkirin. Parêzerê malbata Şîlan Polat ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Necat Polat diyar kir ku bi rojan in li benda DNA'yê ne û got: "Pêwîst bu ku malbat di warê fermî de bihatana agahdarkirin." Li Şirnexê, cenazeyên 8 HPG’iyan ku di pevçûnên li çiyayên Gebar û Cûdî de jiyana xwe ji dest dane, 33 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin û radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DNA’yê aşkera nebûne nadin malbatan.   'DIVÊ DI WARÊ FERMÎ DE MALBAT BIHATANA AGAHDARKIRIN'   Ji bo girtina mînakên DNA’yê destpêkê li emniyetê îfadeyê malbata hat girtin. Heta niha ji malbata Şîlan Polat ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye 2 caran îfade girtine. Parezerê malbata Şîlan Polat, Necat Polat anî ziman ku ji malbatê re heta niha tiştekî zelal ji malbatê re nehatiye gotin û got:" Di 2'yê Cotmehê de, ji malbatê re hat ragihandin ku cenazeyê zarokê wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne. Di 5 Cotmehê de, malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji bo DNA'yê xwîn dan. Ji wê rojê ve heta niha tu tişt ji malbatan re nehatiye gotin. Me roja duşemê derbarê me ji dozgeriyê pirsî bê ka encam çi ye. Lê dozgeriyê got encamên DNA'yan hîn derneketine. Bêguman, di fermiyetê de ne xuyaye ku cenaze ye me ye yan yan. Ango ji xeynî ebndemayînê pêvtir çareyek me tune ye. Heta ku encama DNA'yê dernekeve em nikarîn tiştekî bikin. Lê pêwîst bu ku em di warê fermî de bihatana agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de, dikarin daxuyaniyeke fermî bidana. Ger ku malbat bixwaze em ê pêvajoya darazê ji nêz ve bişopînin."