297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin 2020-10-27 09:11:31 DERSIM - Endama Komîsyonên Edalet Ji Bo Gulîstan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî, diyar kir ku lêgerîna tê kirin lêgerîneke sûkî ye û got, gelek rayedarên ku tevî Zaînal Abarakov û malbata wî daxilî nav bûyerê bûne, hewl didin ku xwe bi xelasiyê bixin.  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya 21 salî 297 roj in winda ye û tu xeber jê nehatine girtin. Li Bendava Ûzûnçayirê cardin dest bi lêgerînê hat kirin.    Endama Komîsyonên Edalet Ji Bo Gulîstan Dokûyê Hêlîn Yagmûr Ûcî, destnîşan kir ku rayedarên daxilî nav bûyerê bûne, hewl didin xwe bi xelasê bixin.    ‘DIVÊ SERGUMANBAR BÊ DARIZANDIN'    Ûcî, anî ziman ku ji bo Gulîstan Dokû bê dîtin li 67 bajaran xebata stîcker û afîşan kirine û got, ji gelek bajaran jî jinan xwe gihandiye wan û afîş ji wan xwstine. Ûcî, anî ziman ku di çalakiyên kuçeyan de dengê Dokûyê diqîrin û got, bibiryar in ku Dokûyê bibînin. Ûcî, destnîşan kir ku 10 meh in li nava avê li Dokûyê digerin û got: "Gulîstan Dokû êdî ne di nava avê de ye. Madem şupheya întiharê ji holê rabûye, nexwe divê sergumanbar bê darizandin. Me daxwaza xwe ya di vî warî de ragihand. Lê cardin rabûn li nav avê dest bi lêgerînê kirin. Ev xebateke sûkî ye. Jixwe raya giştî ji roja roj de bawer nake ku întihar kiriye. Em li bajaran bi jinan re diaxivin. Dibêjin, 'gelo dibe ku Gulîstanê xistibin nava avê.' Sergumanbar Zaînal Abarakov û malbata xwe liw ir in. Her wiha gele rayedarên ku daxilî nav bûyera Gulîstan Dokûyê bûne; walî û midûrê Îş-Kûrê hene. Ev kes hewl didin ku xwe bi xelasê bixin. Kiryar bi awayekî aşker tên parastin."    Ûcî, destnîşan kir ku delîlên şênber hene û lewma divê Abarakov bê darizandin. Ûcî, destnîşan kir ku heger lêprisîneke çalak û adil bê kirin, wê Dokû bê dîtin. Ûcî got: "Kurê polîs di nav de ye. Ji bo xwe bi xelasê bixe ekîba xwe dixe navê. Gumanbar dixwazein xwe bi xelasê bixin û paqij nîşan bidin. Dişibe mînaka Mûsa Orhan. Mûsa Orhan eskerek bû û tecawizî jinekê kir. Ji ber ku esker e, ew parastin. Danişîn hat lidarxistin, lê hîn jî nehatiye girtin. Di vê bûyerê de jî kurê polîsekî heye û hin rayedarên saziyên dewletê hene. Pir aşkere ye ku tiliya wan di vê bûyerê de heye. Derbarê wan de delîlên bşênber hene. Lê cardin jî tiştek nayê kirin."    ‘EM DENGÊ GULÎSTANÊ BIQÎRIN'    Ûcî, anî ziman ku jinên li Dokûyê digerin bi astengiyan re rû bi rû dimînin û got: "Li dijî kesên dixwazin dengê Gulîstanê bitepisînin, em jin li dor komîsyonên edaletê li hev kom bibin. Em li kuçeyan dengê Gulîstanê biqîrin. Gava em bûn dengê Şûle Çetê gelek caran afîşên me qetandin, em atseng kirin. Em ji bo Gulîstanê jî biqîrin, em bi hev re vê têkoşînê mezintir bikin."    MA / Ayşe Surme