'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin' 2020-10-27 09:11:21 STENBOL - Serokwezîr Erdogan ji bo welatiyê ku gotibû "Êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe" gotibû "A ji te re çaya kêfê vexwe". Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Gava Erdogan biçe, em ê çaya kêfê vexwin."  Welatî diyar dikin ku êdî ji ji ber krîza aborî êdî nikarin nanekî jî bibin mala xwe. Duh na pêr li Meletiyê hin esnaf û welatî ji Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku ji bo kongreya partiya xwe hatibû bajêr gotibûn "Êdî em nikarin nanekî jî bibin mala xwe." Erdogan jî ji bo vê gotinê gotibû "Gava tu bibêjî ez nikarim nan jî bibim mala xwe, ev gotineke mubaxeleyî ye. A ji te re çayeke kêfê vexwe." Piştî vê Erogan li têketina bajêr çay belav kir.   Ev gotinên Erdogan li medyaya civakiyî bûbûn cihên bertekên tund. Nûnerên partiyên siyasî jî bertek nîşan dan.    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren, gotinên Erdogan şibandinên gotinên Qralîçeya Fransayê ku gotibû "Heger nan bi dest we neket, pasetayan bixwin." Oneren, anî ziman ku îqtidara ku pandemî ji xwe re kiriye firsend krîza aborî kûrtir kiriye û got: "Ji ber ku ji bo Erdogan bertekên gel ne tiştek in, wisa dike. Ditirse ku jin, ciwan û ên birçî li ber rabin û dengê xwe bilind bikin. Ew jî dixwaze bi 'şîrîntiyên' werê ser vê yekê bigire. Lê êdî gel ne gelê berê ne. Jixwe em sosyalîst tim bertekê nîşan didin. Êdî alîgirên wî jî bertek nîşan didin. Û dît êdî nikare bi şer prîman bike, îcar dixwaze bi tiştên werê xwe şîrîn nîşan bide."    NÎŞANEYA DÛRKETINA JI GEL    Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyî Sînan Tûtal jî Erdogan wekî serokomarê welatekî din be tevgeriyaye. Tûtal ku got "gava mirov li qesrê be, wê haya meriv ji derd û meseleyên gel tune be" destnîşan kir ku ev liv û tevger jî nîşan da ku bê Erdogan çi qasî ji gel dûr ketiye. Tûtal got: "A rast gava Erodgan biçe em ê çaya kêfê vexwin."    PERGAL NAYÊ RESTOREKIRIN    Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî got: ";qtidara faşîst niha tenê komên sermayeyê diparêze. Heya em ji faşîzm û kapîtalîzmê xelas nebin, ne mimkun e em karibin çaya kêfê vexwin. Divê gelên me, kedkarên me vê zanibin; siyaseta bûrjûvayê ji xeynî birçîbûn, nîjadperestî, betalî, şer û faşîzmê tu tiştî nade kedkaran, bindestan, xizanan, betalan û birçiyan. Her derê vê pergalê riziyaye. heya em wê navê jin ser sergoyê dîrokê, em ê nikaribin çaya kêfê vexwin."    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî anî ziman ku Erdogan li ber gotinên esnafan û welatiyan niakribûye tiştekî bibeje, devê wî li hev ketiye û got: "Bi belavkirina pakêtên çayê berê gotinê da dereke din. Ev sehne jî nîşan dide ku bê Erdogan di nav xitimandin û bêçareseriyeke çawa de ye. Îqtidara AKP-MHP ji xeynî betalî, xizanî û birçîbûnê nikare tu tiştî jî bide gl. Ev yek nîşan da ku bê çi qasî dûrî mesele û pirsgirêkên gel in."    MA / Tolga Guney