Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin 2020-10-27 09:08:17 KOCAELÎ - Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Omer Ardman, anî ziman ku bi nêzbûna zivistanê re wê grîp û şewba Codîd-19'ê bandorê li hev du bikin û ji ber vê wê hejmara kesên bi şewbê bikevin zêde bibe. Ardman bal kişand ser rewşa xebatkarên tenduristiyê jî û got: "Em diqedin."  Ji ber şewba Covîd-19'ê li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Omer Ardman, rewşa Kocaeliyê nirxand.    SERWÎS TIJE DIBIN    Ardman, anî ziman ku her diçe rewş xirabtir dibe û bal kişand ser hejmara nexweşan û got: "Li Kocaeliyê, hejmara nexweşan li gor berê pritir bûye. Piştî biryara wezaretê ên pozîtîf bin lê semptomên wan negiran bin em wan dişînin malê. Ji ber nivînên me yên vala hene. Lê belê hejmara ên rewşa wan giran jî zêde dibin û serwîsên em tije dibin."    Ardman, anî ziman ku piştî mirov bi awayekî cidî nêzî şewbê nebûn hejmara pêketiyan jî zêde bû û got: "Bi rastî jî me pir guh neda şewbê. Di havînê de mirov bi rihetî digeriyan. Her wha dibistan jî vebûn. Zarok bêyî ku semptoman bidin der nxweş dikevin. Yanî kes ji wan pê dikevin. Lewma divê baldarî hebe. Nexasim jî gava zarok bên cem hev du divê maskeyê bi kar bînin. Lê belê ev zarok in, wê ev çawa çêbibe nizanim."    ‘JI MAL DERNEKEVIN'    Ardman, anî ziman ku bi nêzbûna zivistanê re wê grîp û Covîd-19'ê bandorê li hev bikin û wê ji ber vê hejmara pêketiyan zêdetir bibe. Ardman got: "Her wê hejmara miriyan zêdetir bibe. Heya ne hewce be divê kes ji mal dernekeve."    Ardman, bal kişand ser rewşa tenduristvanan jî û got: "Bijîşkeke me di beşa awarte de ye. Ji xeynî wê çend bijîşkên me yên din jî nexweş in. Xebatkarên tenduristiyê yên din jî hin jê nexweş in. Ên herî zû pê dikevin xebatkarên tenduristiyê ne. Ji lewra ên herî zêde vîrusê digirin em in. Heger tevdîr neyên girtin em ê nemînin."    MA / Kadîr Guney