Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike 2020-10-27 09:08:09 AMED - Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç derbarê Peymana Şengalê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyeke ku yekitiya neteweyî tê axaftin de hatiye îmzekirin û got: “Peymana Şengalê wê miheqeq bandorê li ser xêbatên yekitiya neteweyî bike. Divê têkiliyên stratejîk û mayînde di navbera hêzên kurdan de çêbibe.” Hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ji bo jinûveavakirina Şengalê di 9'ê Cotmehê de peymanek çêkiribûn. Ji ber vê peymanê gelek bertek hatin nîşandan û hêj jî didomin. Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç Peymana Şengalê nirxand.   Kamaç, fermana di sala 2014’an de li ser êzidiyên Şengalê hatiye ferzkirin bibîrxist û got: “Fermana li ser êzidiyên Şengalê hatiye kirin hêj di aqilê me de ye. Hêzên leşkeriyê yên wê demê Şengal diparastin pêşmerge bûn, pêşmergeyan li hember êrîşên DAÎŞ'ê, êzidiyên Şengalê bê hêz û parastin hiştin û reviyan. Di vê pêvajoyê de êzidiyên Şengalê jî ji bo parastina xwe rê û rêbazên nû avakirin û parastina xwe bi destê xwe kirin.”   ‘PERÇEBÛYÎNÊ DI NAVA KURDAN DE AVA NEKIN’    Kamaç, diyar kir ku peymanên ku li ser kurdan an jî erdnîgariya kurdan werin kirin divê hevsenga di nava kurdan de xerab neke û wiha axivî: “Peymanên li ser erdnîgariya kurdan an jî li ser kurdan bi kîjan baweriyê be an jî bi kîjan îdeolojiyê be ferq nake. Di pêşiyê de divê hevsenga di nava kurdan de biparêze û peyman bi vî awayî werin pênasekirin û îmzekirin. Di Rojhilata Navîn de pêvajoyeke mezin li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin. Li ser vê rastiyê em bang dikin ku kurd di nav xwe de perçe nebin. Di civîna me ya Amedê de ya li ser yekitiya neteweyî de jî me hinek danûstendin û guftûgo kirin. Divê hemû hêzên kurdan di vê pêvajoyê de li ser esasên yekîtiya neteweyî bifikirin û parçebûyinê di nava kurdan de ava nekin.”   ‘PERÇEKIRINA KURDAN WÊ BIBE WINDAHIYEKE MEZIN’   Kamaç, da zanîn ku di pêvojeyeke wiha de perçebûyîna kurdan wê bibe sebeba windahiyeke mezin û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Gerek partî û rexistinên Başûrê Kurdistanê jî li gorî vê rastiyê tevbigerin. Rola xwe ya dîrokî ya li ser van esasan bînin ziman. Li hember van êrîş û tunekirinên li hemberî kurdan tên kirin navenda esasî yekîtiya kurda yê. Li gel vê yekê jî peymanên kû tên imzekirin gerek partî û rexistinên kurdan bi vî şiklî qebûl nekin.”    Kamaç, anî ziman ku Peymana Sadabat Paktiyê ya ku di nava Tirkiye, Îraq û Îranê de hatiye îmzekirin li hemberî kurda ye û wiha berdewam kir: “Peymana Sadabat Paktiyê ya navdewletî li hemberî kurdan hatiye îmzekirin. Peymanên ku bi wan hêzan re tên îmzekirin jî ji bo ku yekîtiya kurdan ava nebe tişta ji destê wan were wê dikin. Di vê pêvajoyê de divê têkiliyên stratejîk û mayînde di navbera hêzên kurdan de çêbibin.”   ‘DIVÊ PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDAN HIŞYAR BIN’   Kamaç bilêv kir ku Peymana Şengalê di pêvajoyeke ku yekîtiya neteweyî tê axaftin de hatiye îmzekirin û wiha lê zêde kir: “Ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li Rojava jî yekîtiya netewî meseleyeke rojane ye û hinek pêngavên girîng jî hatine avêtin. Peymana Şengalê û peymanên bi vî awayî wê miheqeq bandorê li ser xêbatên yekîtiya neteweyî bike. Aktoreke Peymana Şengalê jî PDK ye. Divê hemû partî û rêxistinên kurdan hişyar bin. Ji ber yekîtiya neteweyî gereke bi hişyar, zanistî û siyaseteke avakirinê nêzîkî vê meseleyê bibin.”   MA - Fahrettin Kiliç / Ergin Çaglar